Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Şaredarî û zanîngehên Îtalyayê ji bo Rojava di nava tevgerê de ne

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Rojava, li meclisên şaredariyan û li zanîngehên Îtalyayê ji bo hevgirtina bi Rojava re biryar hatin dayîn

Ji 9’ê cotmehê roja destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a li dijî rojavayê Kurdistanê heta niha li 67 bajar û navçeyan ji bo Rojava çalakî hatin lidarxistin. Li hemberî êrîşan li 6 bajar û 5 navçeyan, meclisên şaredariyan ên Îtalyayê di rûniştinên taybet de biryar hatin dayîn. Desteyên akademiyê yên zanîngehên Pîsa, Fîrenze û Torînoyê jî di civînên xwe de li ser êrîşan sekinînin.

Meclisên şaredariyên Carrara, Parma, Pîsa, Lîvorno, Legge, Mantove û yên navçeyên Follnîca, Vîccîo, Frascatî, Castelnûovo û Fabbrîcoyê biryar dan ku bila hikûmeta Îtalyayê êdî çekan nefiroşe dewleta tirk û têkiliyên xwe yên bazirganî yên dîplomatîk jî bide sekinandin. Meclisên van şaredariyan biryar dan ku ew alîkariya mirovî bişînin Rojava û xwestin ku bila Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hêzeke aştiyê bişîne herêmê.

Zanîngeha Fîrenzeyê di civîna desteya akademiyê ya di 17’ê cotmehê de bang li saziyên hîndekariyê yên navneteweyî kir ku bila piştgiriya zanîngehên Rojava û Kobanê bikin. Zanîngeha Pîsayê jî di 28’ê cotmehê de bi tevlêbûna rektorê zanîngehê bang li Yekitiya Ewropayê kir ku bila alîkariya mirovî bişîne herêmê.

Zanîngeha Polîtîteknîk a Torînoyê jî di 8’ê mijdarê de biryarek da ku bila delegasyoneke ji zanîngehê biçe serdana zanîngehên Rojava û Kobanê. ROMA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar