Li gundê Micêser a ser bi bajaroka Sîdekan kelhek kevin ku tê gotin beriya zayînê hatiye çêkirin û paytexta olê ya Urartûya ne hate dîtîn û lêkolîn li ser tên kirin
Li gundê Micêser a ser bi bajaroka Sîdekanê kelhek kevin ku tê gotin di sedsalên ji beriya zayînê de serdana Urartuyan hatiye çêkirin, hate dîtin. Niha tîmeke Zanîngeha Pensinvanya ya Amerîkayê ku li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê peymana wan heye, li ser lêkolîna dike.
Mamostayê Zanîngeha Pensinvanya ya Amerîka ku li ser kelhekê lêkolînan dike arkeolog Maykil Dantî li ser mijarê axivî.
Maykil Dantî diyar kir ku yek ji arkeologê alman Muhber ji beriya 46’an de ji bo lêkolînkirinê nexşeya vê kelhê daniye û got ku care yekemîn e li ser vê kelhê lêkolîn tên kirin.
Maykil Dantî aşkera kir ku belge di destê wan de hene ku di selmîne ku dîroka wê digihêje sedsala 7 û 8 ên beriya zayînê ku taybet şanişînekî kevin a Urartuyane û got ku tê gumankirin ku ev kelhe bajeke û Mesasîr be ku paytexta olê Urartuyan bû.
Serokê tima şûnwarî ya Zanîngeha Pensilvanya ya Amerîkayê Maykil Dantî di vê mehê de ji bo lêkolînkirinê 10 rojan kar li ser vê kelhê kiriye. Niha karê wan bi dawî bûye û wê sala bê dîsa dubare dest karê li kelhê bikin. SÎDEKAN