Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çalakiyên li Rojhilat û Îranê berfirehtir dibin

Çalakiyên li dijî zêdekirina bihayê benzînê û polîtîkaya aboriyê ya Îranê hatine destpêkirin her ku diçe berfirehtir dibin. Hêzên rejîmê bi guleyên rast êrîşî çalakvanan dikin û heta niha li rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 37 kes hatin qetilkirin û nêzî 170 kes jî birîndar bûn

Bi armanca şermezarkirina bihakirina nirxê benzînê û siyaseta aboriyê yê rejîma Îranê, di serî de li bajarên rojhilatê Kurdistanê, li gelek bajarên Îranê bi hezaran kes daket qadan û çalakiyên protestoyî li dar dixin. Hêzên rejîma Îranê jî li hemberî çalakvanan êrîşên hovane pêk tîne û heta niha gelek çalakvan hatin qetilkirin.

Xwepêşandan di serî de li bajarên Rojhilat, li 31 eyaletên Îranê û gelek bajarên van eyaletan dom kirin. Xwepêşandan di roja yekşemê de hema bêje li her bajar û bajarokên Îranê û Rojhilat belav bûn. Di yekşemê de li Tehran, Tebrîz, Meşhed, Ahvaz, Îsfahan, Yezd, Kirman, Kirmanşa û Kereçê li tevahiya Îranê li 1080 nuqteyan xwepêşandan hatin kirin.

Gel raste rast gulebaran kirin

Hêzên rejîmê bi taybet jî li rojhilatê Kurdistanê bi awayeke hovane êrîşî çalakvanan dike. Di dîmenên hatine bidestxistin de dema hêzên rejîmê li Ciwanro ya Kirmaşanê li ser avahiya dadgehê gel gulebaran dikin tên dîtin. Li Kirmaşanê jî hêzên rejîmê heman êrîş kirin. Li Merîwan a Sineyê jî hêzên rejîmê êrîşî gel kir û tê gotin ku kesek hate qetilkirin. Çavkaniyên ji Sineyê da zanîn ku piştî aloziyên mezin li Sineyê navendekê ewlekariyê ya supayê pasdaran kete destê çalakvanan.

Hejmara kuştî û birîndaran

Çavkaniyan da zanîn ku bi qasî ku hatiye zelalkirin, heta niha li Ciwanroyê 14 kes hatin qetilkirin û 52 kes jî birîndar bûn, li Merîwanê 12 kes hatin qetilkirin û 70 kes birîndar bûn, li Kirmaşanê 9 kes hatin qetilkirin û 20 kes birîndar bûn, li Sineyê kesek hate qetilkirin û 26 kes birîndar bûn û li Bokanê jî kesek hate qetilkirin. Bi giştî 37 kes li Rojhilat qetilkirin û nêzî 170 kes jî birîndar bûn.

Birîndaran direvînin

Hêzên ewlekariyê ji bo ku sûcên xwe veşêrin, birîndaran direvînin û dest danin ser cenazeyan. Tê gotin ku ji bo ku nekevin destê hêzên rejîmê, gelek kesên birîndar naçin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku li bajarên Îranê jî bi qasî ku hatiye zanîn, 10 kes hatine qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûne. Her wiha tê gotin ku zêdetirî hezar kes jî hatine revandin û binçavkirin.

Xwendekar jî tev li çalakiyan bûn

Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê. Li bajarên ku dibistan ketin betlaneyê xwendekar tev li xwepêşandanan bûn. Yek ji bajarên ku xwendekar tev li xwepêşandanan bû jî Tebrîze. Li Tebrîzê bi sedan xwendekar li hev kom bûn û tev li çalakiyan bûn. Di xwepêşandanan de zêdeyî 100 banke û 50 dikan hatin şewitandin. Her wiha bi dehan seyareyên polîsan û biryargehên hêzên Besîc hatin şewitandin.

Hamaney piştgirî da bihakirina benzînê

Di vê navberê de lîderê olî yê Îranê Ayetullah Seyîd Alî Hamaney piştgiriya bihakirina benzînê kir û nerazîbûn nîşanî xwepêşandanan da. Di vê navberê de parlamenterê Bokanê yê Parlamentoya Îranê Qasim Osmanî îstifa kir û bi vî rengî nerazîbûn nîşanî şêweyê biryara zêdekirina bihayê benzînê da ku bêyî li parlamentoyê bê nirxandin hatiye wergirtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar