PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Hişmendiya mêr û dewletê sedema trajediya civakî ne’

Civaknas Ruken Erguneş Ozdemîr bandora qeyran aboriya li ser jin û civakê nirxand û wiha got: “Hişmendiya mêr û dewletê tu carî çareseriyê naafirîne û her tim bûne sedema trajediyên civakê. Divê jin û civak bikevin ferqa van kiryaran û bi awayekî lezgîn bertek nîşan bidin.”

Li Tirkiyeyê ji her alî ve qeyraneke mezin heye û ev qeyran roj bi roj mezin dibe. Ev qeyran bandora xwe li ser civakê bi taybetî li ser jinan dike. Ev qeyran xwekuştin, bêaramiya civakî û koçkirin bi xwe re anî.

Civaknas Ruken Erguneş Ozdemîr Ruken sedemê mezinbûna qeyrana aborî û bandora wê li ser civakê nirxand û wiha got: “Qeyrana aborî demeke dirêj e li Tirkiyeyê û bi taybet ji bo jinan bi awayeke bê navber didome. Aborî bi giştî di destê hikûmet û şaredariyan de ye ku em ji beşeke biçûk ê aboriyê xeberdar û jê berpirsyar in.”

Di parvekirinê de edalet tuneye

Ozdemîr got ku ji bo em rewşa civakê fêr bibin divê destpêkê malbatê bizanibin û ev tişt anî ziman: “Pergala bi hişmendiya enjekteye civakê dikere jin di malê de jiyanekî heps jiyan dikin. Ji aborî û jiyana kar dûr tê hiştin. Jin her roj bi awayekî sîstematik rastî tundiya aborî tên. Vê carê çiqas pere tê malê yan jî ger ku bi xwe bixebite dest tê danîna li ser pereyê wê û ew pere ji bo çi tê xerckirin nizane. Ji bo mesrefa malê ji beşeke biçûk pere tê veqetandin. Ji wê tê xwestin ku jin pêdiviyên malê bi awayek ne pêkan e pêşwazî  bikin. Ev jî tê wateya ku jin xebatkarek bê pere ked dide. Profîla kesekî ku bi hemû hebûna xwe ji bo malekî ked dide û li hemberî wê tiştekî nagire dixûliqe. Di cîhanê de herî zêde jin rastî mêtîngeriyê û bişaftinê tê. Ji ber ku ne sîgorta, ne berjewendî ne jî di civakê de pîşeyeke rêzdar bi xwe dihilgire. Çawa ku di malbat û civakê de hevparî û wekheviyek tuneye, di hikûmetê de jî parvekirinek dadwarî tuneye. Serdest her tim serdest e.”

‘Bi jinê re civakek mêtînger afirandin’

Di axaftina xwe de Ozdemîr anî ziman ku bi mêtîngeriya jinê re civak jî mêtînger bû û wiha domand: “Bi taybet rewşa şer a Rojhilata Navîn bandoreke mezin li qeyran û rewşa civakê dike. Koçberî valekirina gundan bû sedem ku mirov ji xwezayê veqetin, bi wê re çandinî û lawirvanî jî xilas bû. Gundî ber bi metrepolan ve koç kirin. Ev bû sedem ku qeyrana aborî, çandî û civakî her ku biçe meizn bibe. Rexmê van rastiyan bi israr tê gotin ku qeyrana aborî tuneye.  Mirov di vê rewşê de nikare pirsgirêkên tê jiyîn bi nav bike. Lê mirov birçî, bêkar mane û nikarin pêdivêyên rojane pêşwazî bikin. Em dikarin bêjin binyata tundiyê dewlet e. Aborî, tundî û li gel wê çareserî jî di bin tekelê dewletê de ye. Lê dewlet bi van rêbazane dixwaze yekdestiya xwe bide jiyandin.”

‘Zilam koletiyek bi eşq dikin’

Ozdemîr destnîşan kir ku îktîdar ji her kesê re rolek bijartiye û kes jî bi heskirin vê rolê xwe pêk tînin û bi taybet zilam koletiyek bi eşq dikin û wiha pêde çû: “Zilam kesê kar dike û nan tîne malê ye û jin jî kevaniye yê ku zarokan xwedî dike û paqijiyê dike. Nakokiya di vir de aşkera ye lê erka zilam li gor hişmendiya wê ye û ew ji wê erkê bi heskirin dike. Ji ber vê sedemê bi zêdebûna qeyrana aborî re sedema xwekujitinê di zilaman de zêdetir dibe. Yê xwe dikuje zilam e ku erka xwe pêkneaniye ye.  Jina ku tim muhtacê zilam tê hêlan vê carê rastî tundiya devkî, fîzîkî tê lê nikare dev ji mêr berde. Ji ber ku di civakê de wê nikaribe bijî. Li rexma wê pirsgirêka nafaka jî derdikeve û di nava malbatê de rolekî bê bawerî diafirînin.”

‘Weke ku her tişt baş e didin nîşandan’

Ozdemîr bal kişand li ser ferasta dewletê û ev tişt anî ziman: “Divê em li televîzyonê bi awayekî baş temaşe bikin û tiştên têde ferq bikin ka dixwazin çi enjekteyê civakê bikin. Di reklaman de jinan bi xwarinê malê kêfxweş dike û zilamê bi gewheran jinê kêfxweş dike heye. Bi van yekan dixwazin qirêjiya xwe binixûmînin. Weke ku her tişt baş e û jiyanek xweş heye didin nîşandan. Lê divê were zanîn ku jiyanek wiha xweş tuneye. Her tişt zam ketiye ser û jiyanek bi biha heye, li rexma van yekan hilberîn jî tuneye. Yê ku ji hilberînê re dibe asteng cardin dewlet e. Li gel ewqas qetlîam û îstîsmarên jinê, bi vekirina qûrsên dirûn û nexişandinê re xwe pak nîşa didin. Weke ku ji bo jinan gelek tişt kirine.”

‘Divê em bikevin ferqa rewşê’

Her wiha Ozdemîr diyar kir ku hişmendiya zilam û dewletê tu carî çareseriyê naafirîne, her tim bûne sedemên trajediyên civakî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazin jiyanek şaş bidin fêrkirin, li rexma wê tê zanîn ku bi rêbazên şaş jiyanek rast nayê jiyîn. Divê weke jin û civak bikevin ferqa van kiryaran û bi awayekî lezgînî bertek nîşan bidin.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar