Partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya bi rojavayê Kurdistanê re Platforma Piştgiriya Bi Rojava re ava kir. Platformê di civînê de bal kişand ser rewşa Rojhilat û got; ‘Çawa ku Rojhilat xwedî li parçeyên din ên Kurdistanê xwedî derket, divê hem li welat û hem jî li derveyî welat hemû kurd xwedî li Rojhilat derkeve.’
Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya bi berxwedana rojavayê Kurdistanê re platformek ava kir. Partî û rêxistinên Rojhilat bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li salona Westmanska Palatset a Stockholm a Swêdê civiyan.
Di civînê de beşdaran bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Rojava û wiha got: “Ev ne cara yekemîne ku kurd tên qetilkirin. Vaye Rojhilat jî rabû. Îro roj roja yekitiya kurdan e. Şerê wan rejîm û xwînxwaran komkujî û tunekirina kurdan e. Yekitî ji bo kurdan çeka herî mezine. Divê ev platform tevahiya rêxistinên kurdan li hev kom bike û bibe gaveke mezin.”
Ji bo hemû kurdan banga girîng
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li her bihosteke Kurdistanê cangorî hene. Ne girînge bi ser kîjan partî yan jî rêxistinê ye. Çi pêşmerge çi jî gerîla, çi bi kincên civakî yan jî yên fermî, ger di oxira welat de canê xwe dabe, divê em lê xwedî derkevin. Divê em li tevahiya al û sembolên welatê xwe xwedî derkevin. Em li tevahiya serok, serkirde, pêşengên partî û rêxistinên xwe xwedî derkevin. Divê em xwe ji berjewendiyên şexsî rizgar bikin û ber bi asteke neteweyî ve biçin. Ji ber rewşa li rojhilatê Kurdistanê lazime em bi awayekî awarte weke tevahiya rêxistin, tevger, saziyên civakî yên kurd ên li Rojhilat xwedî li welatê xwe derkevin. Çawa ku Rojhilat xwedî li her rewşa li her beşê Kurdistanê derket, lazime em hem li derveyî welat û hem li welat xwedî li Rojhilat derbikevin.”
Navên partiyên tev li platformê bûn
Navên partî û saziyên tev li Platforma Piştgiriya Rojava bûn wiha ne: “Hizba Demokrat a Îran, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, Komeley Zehmetkêşanî Kurdistan, Yekitiya Niştimanî Kurdistan, Tevgera Goran, Hizbî Demokratî Kurdistan, Partiya Pêşverû, Nûnera NCDK-Swêd, Rewta Sosyalîst Komele, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Tevgerî Kurd F S, Tevgera Kurdayetî û Partiya Sosyalîst a Kurdistan.” STOCKHOLM