Rêveberê HDP’ê ya Rihayê Hîdayet Duger, bi hinceta cezayê wê yê girtîgehê hat erêkirin, hat girtin
Rêveberê HDP’ê ya Rihayê Hîdayet Duger, di sala 2016’an de bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ doz derbarê wê de hat vekirin û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Dadgeha Bilind ev cezayê girtîgehê yê Duger erê kir. Duger ji ber vê dema ji avahiya partiyê derket, hat binçavkirin û dûre li Edliyeya Rihayê hat girtin.
Duger a ku hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê. RIHA