Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Zextên li Girtîgeha Osmaniyeyê didomin

Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmara 2’yan a Osmaniyeyê, girtî ji ber binpêkirinên mafan ji 12’yê mijdarê ve di greva birçîbûne de ne

Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmara 2’yan a Osmaniyeyê, girtî ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji 12’yê mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Yek ji van girtiyan jî Suleyman Saçal e. Bavê wî Niyazî Saçal ku kurê wî 5 sal in girtî ye, diyar kir ku di 16’ê mijdarê de bi rêya telefonê bi kurê xwe re axiviye.

Niyazî Saçal anî ziman ku rewşa girtiyan ne baş e û kurê wî gotiye, zext û zorî hene ji ber vê 5 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Saçal diyar kir ku kurê wî ev tişt gotiye: “Ji roja li Rojavayê şer destpê kiriye, bi zext û zoriyan bi ser me de tên. Pênc sal e wisa ye.”

Di axaftina xwe de bav Saçal destnîşan kir ku nîzamiya leşkerî li ser girtiyan ferz dikin û wiha domand: “Lê belê kurê min got ‘Çawa heta niha me ev yek qebûl nekiriye, ji îro şûnde jî em ê qebûl nakin.’ Her wiha nahêlin girtî biçin hewadariyê jî.”

Bangawazî

Di axaftina xwe de Saçal da zanîn ku meha borî gava ji bo hevdîtina vekirî çûne girtîgehê bi astengiyan re rû bi rû mane û ev tişt anî ziman: “Di meha tebaxê de ji me re gotin, hevdîtin heye û em jî çûn. Gava em çûn girtîgehê, gotin hevdîtin tuneye. Ji ber vê me nerazîbûnên xwe anîn ziman. Her wiha di meha îlonê de çûn. Gava em derketin me li çepikan xist, girtiyan jî bi tiliyan nîşana serketinê kirin. Ji ber vê 15 roj cezayê hucreyê li wan birîne.”

Saçal diyar kir ku berê ji bo ferzkirina nîzama leşkeri girtiyan bi daran dixistin niha jî bi pehînan li wan didin.

Her wiha Saçal da zanîn ku li girtîgehê mafê girtiyan hemû têna stengkirin û qedexekirin û got ku girtî banga hestiyariyê kirine. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar