PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Heger tevdîr neyên girtin dê dêra dîrokî hilweşe

Dêra Sûrp Sarkîs a ermenî bi salan hat texrîbkirin, kevirên wê hatin firotin û bû hedefa defînegeran. Rûveyla Tûnç ku derbarê dêrê de lêkolîn kirin, diyar kir ku ger dêr bi temamî hilweşe dê hafiza û bîrek winda bibe

Li Taxa Alîpaşa ya navçeya Sûra Amedê, Dêra Sûrp Sarkîs a ermenî ku tê gotin di sedsala 16’an de hatiye çêkirin, hindik maye hilweşe.

Rûveyla Tûnç ku derbarê dêrê de lêkolîn kirin, diyar kir ku heger dêr bi temamî hilweşe dê hafiza û bîrek winda bibe.

Dêra Sûrp Sarkîsê

Tûnç ku Beşa Zimanên Rojhilatî ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye, bi navê ‘Bîr û Mekan’ xebatek kir û di vê xebata xwe de bal kişandiye ser Dêra Sûrp Sarkîsê. Tûnç da zanîn ku wekî dêrên mezin ên di bin banê Dêra Sûrp Sarkîsê de jî dibistanek hebûye û wiha got: “Di sedsala 16’an de di vê dibistanê de dersên ermenîk û teolojiyê dihatin dayîn. Di salên 1800’î de li Amedê ji du dibistanên mezin yek jê Sûrp Sarkîsê bû. Dibistana din jî Sûrp Gîragos bû. Li her du dibistanan ji sibehê heta nîvro dersên ermenîkî û tirkî, ji nîvro heta êvarî jî dersên sinhetkariyê, pêlavvaniyê, terzîtî, kurtan, nalbediyê dihatin dayîn. Lê belê piştî Patrîgê Ermenî Garabêtê 3’yan kêmaniya di warê perwerdehiyê de ferq dike, di sala 1824’an de giştînameyekê ji cemaetên ermenî re dişîne û ji wan dixwaze li bajaran hemûyan dibistanên ku karibin esnafan fînanse bikin vebike. Piştî vê giştînameyê li van bajaran dibistan tên çêkirin. Piştî van dibistanan perwerdehî zêde dibe û piştî sala 1847’an di bin banê Sûrp Sarkîsê de jî ji bo zarokên keç dibistanek tê çêkirin. Li vê dibistanê rojên yekşema zarokên keç hînî xwendin û nivîsandinê dibûn û paşê ji bo mezinan jî perwerdehî dihat dayîn. Bi vî awayî gelek sinhetkar jî di warê xwe de pêş diketin. Li van dibistanan dersên matematîkê, erdnîgarî, xweza, wêjeya osmanî, mantiq, astronomî, qanûna ceza, nezheb, destkarî dihatin dayîn. Dibistana Seretayî ya Yavûz Sûltan Selîm, Suleyman Nazîf, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê wê çaxê hatine çêkirin û dibistanên ermeniyan bûne.”

Hindik maye hilweşe

Di axaftina xwe de Tûnç bi bîr xist ku di sînorên osmaniyan de 4 hezar û 572 dibistan hebûne û ji van dibistana 4 hezar û 74 jê bê ruxset bûne û got ku di sala 1893’yan de ruxset dane Dêra Sûrp Sarkîsê û wiha domand: “Lê belê ruxset nedane dibistana zarokên keç. Tişta ecêb ew e ku di sala 1893’yan de ruxset tê dayîn, lê belê di bûyerên sala 1894-95’an de Dêra Sûrp Sarkîsê jî nesîbê xwe digire. Dêr şewitiye, dibistan hatine texrîbkirin. Her wiha wê çaxê gelek kargeh û qadên jiyanê yên ermeniyan jî hatine texrîbkirin. Çarşiya Şewitî yek ji van deran e. Di belgeyeke ku di 2’yê Tebaxa 1899’an de hatiye nivîsandin de tê gotin ku ji bo tamîrkirina dêr û dibistanan ruxsetek hatiye dayîn. Piştî 1915’an kesên dest danîn ser dêr û dibistanan, ev der kirin fabrîke, axur û embar. Di salên dawî de ji ber pevçûnên li Sûrê bajar xistin ber veguherîna bajêr û ji ber vê Dêra Sûrp Sarkîs jî li ber hilweşandinê ye.”

Demildest divê gav bên avêtin

Her wiha Tûnç destnîşan kir ku dêr ji aliyê defînegeran ve hatiye texrîbkirin û kevirên dêrê jî hatine firotin, ji sedî 80’ê dêr texrîb bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo vir demildest divê gav bên avêtin û hin tişt bên kirin. Heger dêr hilweşe wê bîr û hafizeyek jî winda bibe. Li Alîpaşayê hem suryanî, hem ermenî, hem jî misilman tev de jiyane. Li ber rûxandinê ye, lê hîn jî turîstên tên û diçin. Her sal ji Ermenistanê qefle bi qefle mirov tên û serdana wê dikin. Heger bê tadîlatkirin wê bibe wargeha turîstan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar