Platforma Jinan a Dêrsimê, bernameya çalakiyên ku di çarçoveya di 25’ê Mijdarê de lidar bixin, aşkera kir
Platforma Jinan a Dêrsimê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navdewletî ya li dijî Tundiya li ser Jinan li avahiya Platforma KESK’ê yên Dêrsimê daxuyaniyek da. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li daxuyaniyê bûn. Bernameya çalakiyên ku di çarçoveya di 25’ê Mijdarê de lidar bixin, aşkera kir. Li ser navê platformê Nûrşat Yeşîl diyar kir ku dê îsal bi banga ‘Bila pêşiya her cûre tundiya li ser jinan bê girtin’ li qadan bin û wiha got: “Mafê jinan tên binpêkirin û nekavin meriyetê. Ji ber vê yekê tundî li jinan tê kirin. Weke Platforma Jinan a Dêrsimê, em ê ji bo daxwazên xwe bînin ziman, pêkanîna qanûnan û nasîna cudakariya pozîtîf a ji bo jinan li qadan bin.”
Bernameya Platforma Jinan a Dêrsimê ya 25’ê Mijdarê wiha ye:
-19’ê Mijdarê: Şandina qertan a ji bo girtiyên jin
-21-22’yê Mijdarê: Ji bo bal kişandina ser tundiya li dijî jinan, xebata afîşê ya ji bo wesayîtên bazarî û kargehan û li Eywana Şaredariyê pêşandana fîlm
-25’ê Mijdarê: Li Qada Seyît Riza saet di 17.30’an de daxuyaniya çapameniyê. DÊRSIM