PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Besê Hozat: Jin dikarin bi têkoşîneke yekbûyî destkeftiyên xwe biparêzin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat dewleta tirk a faşîst dijminê jinê, gelê kurd û mirovahiyê ye. Hozat diyar kir ku jin dikarin bi têkoşîneke yekbûyî pêşî li komkujiyan bigirin û detkeftiyên xwe biparêzin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Jinan axivî. Hozat anî ziman ku wezîfeya sereke, geşkirina têkoşîna jinê ya demokratîk a yekbûyî ye.

Besê Hozat diyar kir ku desthilatdariyên faşîst hemû dijminê jinan e û wiha domand: “Faşîzm xwe li ser dijminatiya li jinan, civakê û xwezayê diafirîne. Komkujer û tuneker e. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê jî qirker e û tuneker e. Desthilatdariya AKP û MHP’ê desthilatdariyeke faşîst e ku dijminê jinê ye. Desthilatdariyên dijminê jinê hemû desthilatdariyên dijminê civakê ne. Bi êrîşa li dijî nirx û berhemên civakê, hebûna xwe didomînin. Ji ber ku faşîzm xwe ji şer, tundî û xwînê xwedî dike.”

‘Di dema AKP-MHP’ê de kuştina jinan zêde bûye’

Bi berdewamî jî Hozat destnîşan kir ku ev rastî di polîtîkayên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê re bi rengekî aşkera tê dîtin û wiha got: “Di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê de kuştina jinê û tundiya li jinê gihîşt asta herî jor. Piştevaniya navbera jinan û tevgerên jinan roj bi roj xurtir dibe. Têkoşîna azadiyê ya jinan dînamîka demokratîk a civakê dixe nava liv û tevgerê. Dibe gava destpêkê ji bo berxwedana civakî. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û desthilatdarî hemû vê yekê li dijî xwe weke gefekê dibînin, lewma îdeolojiya zayendîperestiyê geş dikin û li dijî jinê şer û tundiyê mezintir dikin û hîn bi xurtî teşwîq dikin.”

‘Şaredarî bi hinceta pergala hevserokatiyê hatin xespkirin’

Hozat destnîşan kir ku ji bo ku dijminatiya li jinê gihîştiye kîjan astê bê dîtin, divê mirov li dagirkirina şaredariyên HDP’î binêre û wiha pê de çû: “Bi hinceta pergala hevserokatiyê hatin desteserkirin. Jin bi rengê xwe tev li siyasetê dibin, siyasetê demokratîk dikin, di şexsê şaredariyan de jiyana wekhev û azad ava dikin. Dixwazin jinên bi vê rolê tevdigerin li qada siyasetê nehêlin. Di şexsê vê jinê de êrîş li siyaseta demokratîk, li jiyana azad tê kirin. Ev yek kûrbûna polîtîkayên qirkirina jin û civakê ye.”

‘Ji jin û civaka azad ditirsin’

Di berdewamê de jî Hozat anî ziman ku ev êrîşa nemerdane ya li dijî pergala hevserokatiyê êrîşa li dijî jinên azad, êrîşa li dijî destkeftî û nirxên jinê ye û wiha derbirî: “Hevjiyana azad, temsîliyeta wekhev, sîstema hevserokatiyê li Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe sedema pêşketina exlaq û çandeke demokratîk. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji ber tirsa mezin a ji jiholêrabûna feraset û çanda zayendîperest bi rengekî xwînxwarî êrîşî pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev dike. Ji jinên azad, ji civaka azad a bi jinên azad ditirsin.”

‘Hewcehî bi têkoşîna jinê ya demokratîk a yekbûyî heye’

Hozat anî ziman ku êrîşên desthilatdariya faşîst, êrîşên li dijî jinan û civakê ye û ev nirxandin kir: “Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî divê hevpar û kolektîf be. Niha wezîfeya herî sereke ew e ku têkoşîna jinê ya demokratîk a yekbûyî bê xurtkirin. Pêwîstî bi yekitiyeke têkoşîna jinan heye. Têkoşîna jinan a demokratîk a yekbûyî ya li herêmê û navneteweyî tê wateya xweparastina herî mezin a hemû jinan. Jin dema ku bi rengekî rêxistinbûyî têkoşiya û bi hev re tevgeriya hingî dê xurt bin. Metirsiyên li dijî jinan ferz dikin ku jin bi hev re tevbigerin û bi hev re têbikoşin.”

Pergala hevserokatiyê

Di berdewamê de jî Besê Hozat daxuyand ku pergala hevserokatiyê, projeya hevjiyana azad destkeftiya hemû jinên kurdistanî, tirkiyeyî, Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Hozat wiha dom kir: “Her êrîşa li dijî vê yekê hate kirin, êrîşa li dijî azadiya jinê ye. Ji ber vê yekê divê jin hemû li van nirx û destkeftiyan xwedî derkevin. Bêdengiya li pêşberî van êrîşan tê wateya bêdengiya li pêşberî nirxên azadiyê û azadiya xwe ku ev jî dibe sedema windakirineke mezin. Tevgera jinên kurdistanî û tevgera jinên tirkiyeyî dema ku hêza xwe kirin yek û li dijî êrîşên desthilatdariya faşîst, têkoşîneke hevpar meşandin hingî dikarin destkeftiyan biparêzin. Rêxistinkirin û têkoşîna hevpar rêya mîsogeriya jiyana wekhev û azadiya jinê ye.”

‘Dewleta tirk dijminê jinan, kurdan û hemû mirovahiyê ye’

Herî dawî jî Besê Hozat ev tişt destnîşan kir:

“Rojava 7 ev sal in bi pergala demokratîk a xwe dispêre temsîliyeta wekhev a li derveyî dewlet û desthilatdariyê tê birêvebirin. Ev nirxên mirovahiyê ku di şexsê jinên azad de şênber bûye, bi şoreşa Rojava re ji nû ve şîn bû. Êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Rojava, ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li dijî nirxên mirovahiyê, êrîşa li dijî hêviyên jiyana azad ên mirovahiyê ye. Êrîş di şexsê Rojava de li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê wijdanê mirovahiyê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabû ser pêyan. Dewleta tirk a faşîst dijminê jinane, dijminê kurdane, dijminê mirovahiyê ye.

Çawa ku di dîroka mirovahiyê de jin û gelê kurd di afirandina nirxên mirovahiyê de xwedî roleke sereke bû, niha jî heman rola xwe didomînin. Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa herî berbiçav a vê rastiyê ye. Gelên cîhanê, mirovahî bi rengekî xurt xwedî li vê pergalê derdikeve. Ev yek bi rastî jî rewşeke ku mirovan kelecanî dikin.

Em ê bi yekbûna jinan, bi kombûna li dora nirxên jinan ên gerdûnî û bi berxwedana bi cewherê jinê pêşwaziyê li 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinê bikin. Ji ber ku hêza me heye ku em têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê her demê bidomînin û cîhaneke bêşer û bêtundiyê biafirînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar