Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xelîl: Berxwedana me veguherî berxwedaneke navneteweyî

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta tirk dixwaze axa wan dagir bike û li herêmê paqijiya etnîkî bike. Xelîl da zanîn ku gelên cîhanê cara yekemîn li dijî komkujiyên ser kurdan dengê xwe derxist û berxwedana wan veguheriye berxwedaneke navneteweyî

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Nazim Daştan re axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku êrîşên dewleta tirk dagirkerî derbas kiriye û wiha dom kir: “Armanca êrîşan guhertina demografyayê û paqijiya etnîkî ye. Li şûna gelê me, çeteyan bi cih dikin. Çima di 9’ê cotmehê de êrîş kirin? Çima ev roj? Di heman roja 1998’an de li dijî gelê kurd komployeke navneteweyî hat kirin. Wê demê jî arteşa tirk hatibû ser sînor û amadekariya êrîşan kiribû. Êrîş pêk nehat û plan hatin guhertin. Serok Ocalan wê çaxê li Sûriyeyê bû û ji wir derket. Bi vî awayî plan pêk nehat. Niha jî dixwazin wan planên xwe bi awayeke din bixin meriyetê. Dewleta tirk dixwaze nexşeya herêmê biguherîne. Dixwazin planên Mîsakî Milî berfireh bikin, ji Peymana Edeneyê sûdê werbigirin û qada dagirkeriyê mezin dikin.”

Agirbest tê binpekirin

Xelîl anî ziman ku ew di nava şerekî giran de ne û wiha got: “Gelên cîhanê piştgiriyeke mezin dan kurdan. Ev yek ji bo kurdan tiştekî nû bû. Sed sal berê li ser kurdan komkujî dihatin meşandin, tu kesî dengê xwe nedikir. Xwestin Şoreşa Rojava têk bibin lê dinya rabû ser pêya. Planên wan xera bûn. Vê xwedîderketinê û berxwedana Rojava bandorekî mezin li dewletan, saziyan û rêveberên wan welatan kir. Vê yekê bandor li hevdîtinên Erdogan, Trump û Putîn jî kir. Neçar man ku agirbestê ragihînin. Lê agirbesta ku qala wê dikin pêk nayê. Ji roja destpêkê ve êrîşên wan didomin. Dema agirbest hatibû ragihandin, tenê çend taxên Serêkaniyê di destê wan de bûn. Lê niha heta gundên Til Temirê hatine. Tekane derdê wan ew e ku xwe ji tengasiya heyî xelas bikin.”

Hevdîtinên Trump û Erdogan

Di berdewamê de jî Xelîl da zanîn ku kurdofobiya Erdogan heye û wiha pê de çû: “Referanduma başûrê Kurdistanê di bîra her kesî de ye. Tirkiye li dijî referandumê derket û hêzên mezin jî ji vê kurdofobiyê sûd girt. Hem DYA û hem jî Rûsya ji bilî berjewendiyên xwe, tu tiştekî din nafikirin. Erdogan jî dixwaze kurdan ji herêmê paqij bike û xeyalên xwe pêk bîne. Planên qirêj li ser kurdan dilîzin. Haya me ji hevdîtina Trump- Erdogan nîne. Trump dibêje ku dest ji planên xwe bernedaye. Erdogan gelek tişt xwestine lê nehatine qebûlkirin. Lê xuyaye ku hevkariya wan didome. Dibe ku di demên pêş de plan û lîstikên wan ên qirêj bidomin. Lê li DYA’yê di nava kongre û gel de nêrînên cuda hene. Her wiha aboriya dewleta tirk jî têk çûye û nêzîkatiya ewropiyan jî heye. Em dikarin bibêjin ku berxwedana me, veguheriye berxwedaneke navneteweyî.”

Têkiliyên bi rejîm û Rûsyayê re

Têkildarî helwesta rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê jî Xelîl ev tişt destnîşan kir: “Em helwesta wan a ji bo parastina sînor rexne dikin. Hevdîtinên me yên bi Rûsyayê re didomin. Em der barê mijarên weke rêveberî, leşkerî û perwerdehiyê de bi rejîmê re axivîn.”

Banga yekitiya neteweyî

Herî dawî jî Xelîl qala yekitiya neteweyî ya kurdan kir û ev tişt anî ziman: “Yekitiya kurdan hewcehiyeke girîng e. Li dijî êrîşên ser Rojava, li her devera Kurdistanê çalakiyên mezin pêk hatin. Ruhê yekitiyê yê kurdan pêş ket. Cara ewil e ku kurd tiştekî wiha dijîn. Ev yek pîroz e. Lê rêxistinkirina vê yekê kêm e. Di vê pêvajoyê de bang li partî û saziyan hate kirin û bi wan re hevdîtin hatin kirin. Divê em nakokiyên di navbera xwe de deynin aliyekî. Lazime em di meseleya man û nemanê de werin gel hev. Em dikarin meseleyên di navbera xwe de piştre jî çareser bikin. Divê her kes êdî ji bo yekitiyê biryara xwe bide. Biryara yekitiyê bidin. Biryara têkoşînê bidin ku em wek kurdan vê pêvajoyê derbas bikin.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar