Kampanyaya alîkariyê ya ‘Hawarî Niştiman’ a li Hewlêrê hatibû destpêkirin, karwaneke din a alîkariyê ku ji 5 tonên derman pêk dihat şandin rojavayê Kurdistanê
Bi armanca piştgiriya bi rojavayê Kurdistanê re di 18’ê cotmehê de komeke çalakvanên sivîl li Parka Şanedar a Hewlêrê bi navê ‘Hawarî niştiman’ kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin. Ji wê demê ve çend karwanên alîkariyê ji bo rojavayê Kurdistanê hatine şandin.
Şevê din jî karwaneke alîkariyê ya dawî ji bo rojavayê Kurdistanê hate şandin.
Têkildarî mijarê yek ji xebatkarên kampanyayê Hawrê Kurdî diyar kir ku wan şevê din 5 ton derman ji bo rojavayê Kurdistanê şandine. HEWLÊR