Dewleta tirk îro di danê nîvro de gelek herêmên Silêmaniyê, Hewlêr, Balakayetî û Biradostê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de ziyanên mezin gihiştin bax û baxçeyên gelê herêmê
Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk a dagirker îro herêmên girêdayî Silêmaniye, Hewlêrê, Balakayetî û Biradostê bombebaran kirin.
Li gorî vê yekê, balafirên şer ên dewleta tirk îro di saetên nîvro de çiyayê Karox, çiyayê Helemun ê bajaroka Wertî ya Hewlêrê û çiyayên Hacî Omeran û Simîlan ên Çomanê û çiyayê Kunekotir ên Hewlêrê bombebaran kirin. Hat zanîn ku ev herêmê 9 caran hatin bombebarankirin.
Herwiha Dola Rustî û gundê Gerwe Zîn, çiyayê Helgurt ên Sîdekan ên herêma Biradostê jî hatin bombebarankirin. Geliyê Bedran û Nawdest ên Binarê Qendîlê yên ser bi bajaroka Sengeserê ya ser bi Silêmaniyeyê ve jî hatin bombebarankirin. Hat zanîn ku bombebarana li ser vê herêmê bi qasî nîv saetê dom kir. Di encama bombebaranê de tu ziyanên giyanî çênebûn lê li qontara çiyayê Karûxê ziyanek mezin gihişt bax û baxçeyên welatiyan.
Çavkaniyan da zanîn ku balafirên şer quntarê çiyayê Helgurt, herêmên Hacî Omeran, Simîlan û Dula Restê yê Balakeyetî jî bombebaran kirin. Têkildarî bombebarana li vê herêmê nehat zanîn.