Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Zêdetirî 300 hezar kes ji ber êrîşên dewleta tirk koçber bûn’

Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî têkildarî êrîşên dewleta tirk daxuyaniyek dan. Buroyê da zanîn ku di encama êrîşê de herî kêm 300 hezar kes koçber bûn û 86 hezar xwendekar ji mafê xwe yê perwerdeyê bûn

Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî encamên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê bi beşdariya serokê Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovî û nûnerên Heyva Sor a Kurdî hate dayîn. Daxuyanî ji hêla serokê buroyê Abdulqadir Miwehed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, pêleke mezin a koçberiyê ji gund û bajarên li herêmê çêbû. Miwehed da zanîn ku li gorî daneyên ber destê wan, zêdetirî 300 hezar kes ji herêmê koçber bû û 86 hezar xwendekar jî ji xwendina xwe bêpar man.

Herî dawî jî Abdulqadir Miwehed ev agahî dan: “Raporên ku ji hêla rêxistinên navdewletî ve der barê koçberan de tên ragihandin, zelal nînin. Îdiayên ku dibêjin piştî dagirkeriyê jî koçber li herêmên xwe vegerîne, rast nînin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar