Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xwepêşandanên li Îranê û helwesta kurdan

Xwepêşandanên ku li Îranê piştî zêdekirina buhayê benzînê dest pê kirin di nava çend rojan de li hemû bajarên Îranê û rojhilatê Kurdistanê belav bûn.  Rayedarên rejîma Îranê beriya çend rojan buhayê benzînê ji sedî 50 û heta ji sedî 300 zêde kir. Li gorî vê buhabûnê her kesek dikare di mehê de 50 lître bi buhayê ji sedî 50 zêdekirin bikire. Lê kesên ku di mehekê de zêdeyî 50 lîtreyî bikire ew neçare bi buhabûna ji sedî 300 bikire.

Dibe ku mijara buhabûna benzînê bû çirûska pêşî ya destpêka van xwepêşandanên gelên Îranê  lê di bingeha xwe de êdî rewşa aborî ya gelê Îranê ku roj bi roj xerabtir dibe û gihaye rayedekê ku nema tê tehmûl kirin ev bêrazîbûna gel zêde bûye.

Xwepêşandêr êdî aşkera nerazîbûna xwe ji siyasetên rejîma Îranê re tînin ziman û dibêjin li şûna ku rejîm ewqas îmkanên aborî ên vî welatî li şerên li derveyî Îranê xerç dike nayê qebûlkirin û dibêje divê ew îmkanên aborî li ser gelê Îranê were xerckirin ne li derveyî Îranê ji rêxistinên çekdarî ên ku li Sûriye û Îranê ava kirine.  Ji aliyekî din ve ambargoyên Amerîkayê yên li ser Îranê ew rewşa ku ji alî siyasî, civakî û aborî ku berê di rewşeke xirab debû bi wan ambargoyan de zêdetir kir.

Tiştê ku herî zêde hêrsa gel zêde kir daxuyaniya lîderê olî yê Îranê Alî Xameneyî bû ku bi daxuyaniyekê piştgiriya buhabûna benzînê kir û êdî rê li ber nîqaşên di wî warî de girt. Her wiha piştî wê serokê Îranê Hesen Ruhanî daxuyaniyeke nermtir da û got ku xwepêşandan mafê gel e lê divê kiryarên xirab nekin û xirabiyên ku tên kirin xeta sor e.

Ji aliyekî din ve ji bo ku xwepêşandêr nikaribin dengê xwe bigihînin derveyî Îranê rejîmê xetên înternetê asteng kirin.

Ji bilî van daxuyanî û gefan Parêzvanên Şoreşa Îranê jî gef li xwepêşandêran xwar û got divê kiryarên xirabkirinê werin rawestandin an na ew  dê bi tundî destwerdanê bikin.  Bi van daxuyaniyên rayedarên rejîma Îranê pêşî li hewldanê parlamentoyê jî hatin girtin ku di destpêka xwepêşandanan de hewl dide ku biryara buhabûnê paş de were girtin.

Her çendî ku rayedarên rejîma Îranê dibêjin ku xwepêşandan kêm bûne û di nava çend rojan de dê bidawî bibin lê li gorî çavkaniyên ji herêmê û saziyên mafên mirovan xwepêşandan li piraniya bajarên Îranê berdewam dikin.

Li gorî rêxistina mafê mirovan Hengaw heta niha bi dehan xwepêşandêr hatine kuştin û bi sedan jî birîndar hene. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 106 xwepêşandêr hatine kuştin. Tê gotin ku li bajarên kurdan bi giştî 45 xwepêşandêr hatine kuştin û bi sedan xwepêşandêr hatine kuştin.

Bêguman ji roja destpêkê de xwepêşandanên herî mezin li bajar û navçeyên rojhilatê Kurdistanê jî çêbûn û hemû sembolên rejîma Îranê bûn hedefa xwepêşandaran.

Wiha xuyaye ku dê ev xwepêşandan berdewam bikin lê mixabin wekî hemû cihên ku kurd lê dijîn li vir jî hejmara kuştina xwepêşandêran herî zêde li bajarên rojhilatê Kurdistanê ango bersiva herî tund li hemberî kurda ye.

Bûyerên ku niha li rojhilatê Kurdistanê pêk tên gelekî dişibin bûyerên serhildana gelê kurd ên di sala 2004’an de li Rojava pêk hatin.  Lê ji bo li wir gel bi destkeftinên baş ji vê serhildanê derkevin hewcedarî bi yekrêziya hêzên kurdî heye. Hêvî dikim ku ji serboriya serhildana Rojava dersan derxînin û li derdora xwestin û daxwaza gelê kurd ê rojhilatê Kurdistanê bibin xwedî yek helwest. Her çendî nakokiyên siyasî di navbera wan hêzên kurd de hebe bidin aliyekî û li ser hin nirxên hevbeş ên kurd û kurdistanî lihevkirinekê bi hevre bikin. Li derdora nirxên neteweyî yên gelê kurd û daxwazên gel werin ba hev û dûrî berjewendiyên teng ên hizbîtî bi yekrêzî tevbigerin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar