Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Partî û rêxistinên kurd dê bi mijara yekitiyê li Başûr bicivin

Parlamenter Îmam Taşçier diyar kir ku şert û mercên heyî ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê guncav in. Taşçier da zanîn ku dê di demekî nêz de bi tevlêbûna 70 nûnerên ji partî û rêxistinên kurdan bi vê mijarê li Başûr bi civin

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê re, mijara yekitiya neteweyî ya gelê kurd careke din kete rojevê. Di vê mijarê de gava herî berbiçav di sala 2013’an de hatibû avêtin. Wê demê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li serokê Herêma Federal a Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî û serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî kiribû. Li ser vê yekê nûnerên ji çar parçeyan ên kurdan li Hewlêrê kom bûbûn. Di civînê de biryara avakirina Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ku ji 21 kesan pêk dihat hate dayîn. Yek ji endamên komîteyê jî parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier bû. Taşçier têkildarî mijarê ji MA’yê bi Mehmet Şah Oruç re axivî.

Îmam Taşçier anî ziman ku hejmara delegeyên ku dê tev li kongreyê bûbûna di navbera partiyên kurd de hatibû nîqaşkirin û wiha dom kir: “Lê hin kesan di hejmara delegeyan de israr kir. Ji ber vê jî kongre pêk nehat. Li ser hejmara delegeyan lihevkirinek nebû. Nîqaşa me ya esasî ew bû ku temsîliyeta ji her çar parçeyan hebe. Ji bo hejmara delegeyan hat gotin ku bila 600 kes bin. Dê ev hejmar jî di navbera kurdên her çar parçeyan û dîasporayê bihate parvekirin.”

Biryarên di civînê de hatine nîqaşkirin

Taşçier da zanîn ku di kongreyê de her wiha nîqaşa ji bo serokatiyê jî çêbû û wiha got: “Hat gotin ku divê serokê berê yê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî bibe serok. Her wiha mijara ku divê kurd şerê hev nekin û ev yek bê qedexekirin. Dê kongre bûbûya cihê çareserkirina pirsgirêkan. Hemû pirsgirêkên kurdan hatin nîqaşkirin. Lê hemû di asta nîqaşan de man. Dê biryar di kongreyê de bi dengdayînê bi dawî bûbûya. Lê kongre pêk nehat. Kongre ji ber mudaxaleyên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê pêk nehat. Li hêlekê êrîşên DAIŞ’ê û li hêla din jî hesabên dewletên cîhanê yên li Rojhilata Navîn pêşî li kongreyê girt.”

‘Şert û merc guncav in’

Herî dawî jî Taşçier ev tişt destnîşan kir: “Xebatên komîteya amadekar xebatên demokratîk û rewa bûn. Şert û mercên niha ji bo yekitiyê guncavtirin. Di nava van 6 salan de xebatên me dom kirin û hê jî didomin. Ger yekitî pêk bê dê hesreta bi salan bi dawî bibe. Ocalan her tim ji bo yekitiyê xebitî. Sala 2013’an ji bo yekitiyê demekî guncav bû lê rast nehate nirxandin. Ger me wê demê kongre pêk bianiya, dê niha qedera Rojhilata Navîn cuda bûya. Di demekî nêz de dê ji hemû parçeyan nêzî 70 nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kurdan bi vê mijaê dê li Başûr kom bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar