Li gorî qeydên edlî yên Baroya Amedê di salekê de hezar û 116 zorok rastî îstîsmar û tecawizê hatin. Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroyê Mehmet Emîn Çoban diyar kir ku tabloya heyî pir giran e
Li gorî qeydên Baroya Amedê yên di navbera 1’ê îlona 2018’an û 10’ê îlona 2019’an yên mexdur û bersûcên CMK’ê hezar û 240 kes rastî îstîsmara zayendî hatin. Ji hezar û 240 kesên rastî îstîsmara zayendî hatin jê hezar û 116 zarok in. Ji hezar û 116 zarokên rastî îstîsmara zayendî 240 zarok temenê wan kêmî 12 salî ye. 273 zarok di navbera 12-15 salî de ne. 603 zarok jî di navbera 15 û 18 salî de ne. Li gorî daneyên Baroya Amedê di nava hezar û 116 zarokan de 883 zarok ên keç in û 233 zarok jî yên kur in. Li aliyê din der barê 158 zarok û 601 kesên temen mezin de bi giştî derbarê 759 kesan de lêpirsîn hat vekirin.
Daneyên baro yên li gorî CMK’ê yên bersûc û mexdûran ên rastî îstîsmarê hatine wiha ne:
- Ji zarokên temenê wan kêmî 12 salî jê 83 zarokên kur û 148 karokên keç bi giştî 231 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
- Ji zarokên temenê wan di navbera 12-15 salî de 63 zarokên kur û 178 zarokên keç bi giştî 241 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
- Ji zarokên temenê wan di navbera 15-18 salî de 67 zarokên kur û 293 zarokên keç bi giştî 360 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
- Ji zarokên temenê wan di navbera 15-18- salî de 12 zarokên kur û 180 zarokên keç bi giştî 192 zarok di kategoriya ‘Têkiliyê ne reşît’ de cih girtin
- Ji zarokên kêmî 18 salî 5 zarokên kur û 68 zarokên keç bi giştî 73 zarok rastî tacîza zayendî hatin.
- Ji zarokên kêmî 18 salî 3 zarokên kur û 16 zarokên keç bi giştî 19 zarok rastî êrîşa zayendî hatin.
105 jin rastî tacîzê hatin
Li gorî qeydan 105 jin û 19 mêr bi giştî 124 rastî êrîşê û tacîza zayendî hatin. Zarokên rastî îstîsmara zayendî hatin temenê wan di navbera 12-16 salî de ye. Faîlên tacîz û tecawizkar jî di navbera 25 salî de ye.
Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroyê Mehmet Emîn Çoban, diyar kir ku tablo pir giran e û wiha got: “Li dijî tacîz, tecawiz û tundiya li ser zarokan divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere. Tacîz, tecawiz û tundiya li ser zarokan têkildarî çand, perwerde û têkiliyên hêzên dînamîk ên bajar in. Di milê ceza de Peymana Stenbol û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bi tena serê xwe têr nakin. Ji bo zarok bên parastin divê civak jî bê perwerdekirin û zanekirin. Li gorî vê yekê divê polîtîka bên pêşxistin. Tedbîrên ku ji aliyê dadgeh û dozger ve tên girtin baş parastinê nakin. Divê zarok jî bên perwerdekirin û zanekirin.” AMED