Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Rêveberiya Xweser zarokek radestî şandeya Danîmarkayê kir

Şandeyeke ji Danîmarkayê li ser bangawaziya Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina zarokekî danîmarkî derbasî Rojava bû. Zarokê danîmarkî piştî îmzekirina protokolekî radestî şandeya danîmarkî hate kirin

Şandeyeke ji Danîmarkayê duh di Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yê di nabvera rojava û başûrê Kurdistanê re derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Şande  bi armanca temamkirina pêkanînên wergirtina zarokê 11 mehî hatibûn û bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtin kirin.

Şandeya danîmarkî ji nûnerê Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê Krystofer Fyfek, koordînasyonê Polîsê Niştimanî yê Danîmarkayê û bijîşk Henry Staw Serb pêk dihat. Şande ji aliyê cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Elyna, endamên Rêveber ên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Sîmav Yûsif û Stêr Yûsif, nûnera Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Newroz Xalid û nûnera Buroya Têkiliyên Derve ya YPJ’ê Ayten Îsa ve hate pêşwazîkirin.

Têkildarî mijarê her du şandeyan civînek li dar xist. Piştre jî têkildarî mijarê protokolek hate îmzekirin. Piştî ku zarokê bi şîr ê 11 mehî  ji hêla  bijîşkê danîmarkî Staw Serb ve hate lênihêrin, radestî şandeya danîmarkî hate kirin.

Der barê mijarê de nûnerê Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê Krystofer Fyfek axivî û wiha got: “Ev serdan bi koordîneya bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêk hat. Wergirtina zarokekê bi şîr, erkekî mirovî ye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar