PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Gel li Îranê êdî tehemûla xizaniyê nake

Akademîsyenê frans û îranî Azadeh Kîan ji kovara Marîanne ya Fransayê rewşa Îranê nirxand. Kîan got; ‘Gel êdî li hemberî xizaniyê tehemûlê nake. Ger di şeş mehên pêşiya me de mûçeyên karmendan neyên zêdekirin, dibe ku vêcarê bi milyonan kes dakevin qadan.”

Li Komara Îslamî ya Îranê welat li nêzî 100 bajaran gel li dijî bihakirina benzînê û polîtîkaya aboriyê daket kolanan û nerazîbûna xwe nîşan da. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Farsê nêzî hezar kes hatine binçavkirin. Lê tê diyarkirin ku hejmara rastîn zêdetir e. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di êrîşan de 100 kes hatin qetilkirin.

Du sal berê jî gel daketibû kolanan lê piştre bertekên wan nerm bûbûn. Akademîsyenê frans û îranî Azadeh Kîan ji kovara Marîanne ya Fransayê re axivî û çalakiyên li Îranê nirxand. Rîan wiha dibêje: “Li welat ji ber zextên Amerîkayê û xerabûna aboriyê, rejîmê biryar da ku bihayê benzînê 3 katan zêde bike. Îran rojê bi tenê 300 hezar varîl petrolê difiroşe. Ev ji sala berê xerabtir e. Di sala 2018’an de li 80 bajaran çalakî hatibûn lidarxistin û îro ev hejmar bûye 108. Gelek banke, avahiyên şaredariyan, market, wesayîtên hêzên ewlekariyê û dibistanên dînî hatin şewitandin. Gel êdî li hemberî hejariyê zêde tehemûl nake.”

Mudaxaleya Îranê ya li derveyî sînorên wê

Di berdewamê de jî Rîan diyar kir ku gelê Îranê êşê dikişîne û wiha domand: “Lê Îran li Gazzeyê alîkariyê dide Cîhada Îslamî û li Lûbnanê jî alîkariyê dide Hîzbullahê. Li Îsfahanê di 19’ê mijdarê de hemû kesan ji bo piştgiriya çalakgeran wesayîtên xwe dan sekinandin. Li welat tê diyarkirin ku 5 hezar jin tev li nav çalakiyan bûne. Dê di adar-nîsana 2020’an de hilbijartinên giştî werin lidarxistin û di navbera fraksiyonan de têkoşîneke xurt heye.”

Parêzvanên Şoreşê hatin bikaranîn

Herî dawî jî Kîan ev tişt destnîşan kir: “Rejîm dibe ku bi awayeke tund mudaxeleyî çalakiyan bike. Heta niha hezar kes hatine binçavkirin û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî dibêje ku sed kes hatine kuştin. Heke di şeş mehên pêşiya me de, dewlet nikaribe mûçeyê karmendan bide, dibe ku bi milyonanan kes dakevin qadan. Îran ji bo ku çalakiyên li Hûzistanê bide sekinandin, milîsên ji Iraqê xiste dewrê. Ev jî tê wateya ku Parêzvanên Şoreşê kêm in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar