Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Arfadê ya Kantona Şehbayê topbaran kir
Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên li Mare û Ezazê navenda navçeya Arfad (Til Rifat) ê topbaran kir.
Li gorî agahiyên ji Arfadê, di encama topbarana hêzên dagirker de top li navenda navçeyê ku gelemperî koçberên ji kantona Efrînê li dijîn ketin.
Hat zanîn ku ji ber topbarana dagirkeran ziyanên madê çêbûn. ŞEHBA