Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwanên Reqa û Tebqayê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê, ciwanên Reqa û Tebqayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de ciwanan destnîşan kir ku dewleta tirk û çeteyên wê li Rojava sûcên şer kirin û diyar kirin ku dê li dijî êrîşan piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re bidomînin

Ciwanên Reqayê û Tebqayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, li bajaroka El Keremayê meşek û li Tebqayê jî daxuyaniyek da. Ciwanan êrîşên dagirkeran şermezar kirin.

Meşa ciwanan a li Keremayê di têketina bajarokê de dest pê kir û ciwan ber bi Qada Selameyê ve çûn. Di meşê de pankartên ku dewleta tirk û bêdengiya hêzên cîhanê ya li hemberî êrîşan şermezar dikin hatibûn vekirin. Meş li qadê veguhgerî mîtîngê. Di mitîngê de li ser navê Ciwanên Reqayê Fîras El Elî û li ser navê Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê jî Fêsel El Bêrem axivîn. Axaftvanan got ku dê ciwan berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê bidomînin. Axaftvanan piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re destnîşan kirin.

Daxuyaniya li Tebqayê

Li Tebqayê jî ciwanan daxuyaniyek dan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka Meclisa Ciwanên Tebqayê Rehma Mihemed ve li ber navenda Şehîd Hanî El Alîs a Ciwanên Teqayê hate xwendin. Di daxuyaniyê de endamên Yekitiya Jina Ciwan jî amade bûn. Di daxuyaniyê de ciwanan diyar kir ku dewleta tirk û çeteyên wê li herêmê sûcên şer kirin û bi sedan sivîl şehîd kirin.

Ciwanan bêdengiya dewletên cîhanê jî şermezar kirin û daxuyaniya xwe bi piştgiriya bi HSD’ê re bi dawî kirin. REQA – TEBQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar