Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojava çima şoreşa jinê ye? (2)

Jinwar a ku ji dîroka kevnar feyza xwe digire ji me re gotina ‘Dîrok di roja me ya îro de em di destpêka dîrokê de veşartine’ rave dike. Bi avakirina Jinwarê mirov diçe serdema neolotîkê. Xerca vî gundî ya herî berbiçav zanyariya jinê ye

Navê jinûve dayikbûnê: JINWAR

Ji aliyê Kongreya Star û Akademiya Jineolojiyê ve gelek nîqaş hatin kirin û salek berê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Gundê Jinwar hat vekirin. Jinwar tevî êrîşên dijmirovî yên DAIŞ û Tirkiyeyê dîsa jî malovantiya zanistiya jinan kir.

Jinwar di 25’ê Mijdara 2018’an de bi beşdarbûna jinên enternasyonel hat vekirin û jinên cîhanê kelecan kir. Wateya Jinwarê cih û warê jinê ye. Dibistan, baxçe, ax, bîstan, exlaq, meclis, aboriya Jinwarê heye. Li Rojava şoreşa ku herî berbiçav yek jê ya jinê bû. Jinan li dijî zihniyeta baviksalarî û ya DAIŞ’ê têkoşînek mezin da. Jinwar ji jinên ku zilma DAIŞ’ê ditîbû bûbû navê jinûve dayikbûnê.

Jinwar ji bo têkoşîna jinên cîhanê bû tecrubeyek baş. Di 2017’an de bingeha xaniyê yekem hat avêtin. Alavên ku ji bo avakirina Jinwarê tê bikaranîn mirov dibe rêwîtiyek dîrokî.  

Paytexta qedîm a mitaniyên kurd

Gundê Til Xelef ê nêzî Jinwarê ji gelek şaristaniyan malovantî kiriye. Cîranê Jinwarê di heman demê de bajarê Hesekê ye. Cîranê Jinwarê yê din jî Amûdê ye. Amûdê malovantî ji navenda baweriyê ya bi navê Orkêşê ya serdema Hûriyan a Berî Zayînê 3 hezar û 500 sal berê kiriye. Her wiha Waşokanî ya Serêkaniyê paytexta qedîm ya Mitaniyên kurd e.

Xwediyê dîrokek kevnar e

Jinwar bi avakirina xwe mirov dibe serdema neolotîkê. Gundekî li ser kokê xwe şîn tê ye. Taybetmendiyên civakên xwezayî hîn winda nekiriye. Xaniyên li Jinwarê yên ku ji kerpîçan çêbûnê feyza xwe ji avahiyên dîrokî digire.

Biryarek hevpar hat dayîn

Ji bo avakirina cihê Jinwarê jinên avahîsaz, endezyar, civaknas û dîrozanan tev de biryar dan. Li Rojavayê Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê cihê xwe digire. Gundê Jinwarê di warê çandinêyê de jî gelek bi bereket e loma ev cih hat hilbijartin.

Sembola şifa û bereketê Hermel

Li Gundê Jinwarê avakirina her tiştî dîrokî ye. Loma sembola gund jî Hermel a ku tê bawerkirin bi şifa ye û mirov ji xirabiyan diparêze. Bi vê yekê girêdayî li gund di heman demê de jiyanek komîn heye. Jin bi hunera destan, çandiniyê debara xwe dikin û li wir qîmeta pere tune ye. Çimkî her tişt ê her kesî ye. Li gund di heman demê de firin û dikan jî heye.

Li Jinwarê zarok

Li Jinwarê di heman demê de ji bo zarokan jî qadên jiyanê hatine avakirin. Zarok bi ked, hezkirin û perwerdeyê tên mezinkirin. Cudatiya zarokên keç û law tune ye. Xweşikbûna gund a herî berbiçav jî kenên li ser rûyê zarokan e.

Ajalên gund

Mirîşk, pisîk, kûçik, kevok, melekê tawis û hwd. reng dide gund. Her wiha jin û zarokan 300 darên zeytûn, mişmiş, hinar, lîmon, porteqal çandine. Darên ku hatine çandin bexşî sê siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku di 5’ê çileyê 2016’an de li Cizîrê hatin qetilkirin, hatiye kirin. Di heman demê de li gund kurdên êzidî, ermenî, kurd, ereb ji nîjadên cuda jin dijîn. Li gund jinên enternasyonel jî dijîn.

Meclisa Jinwarê

Wekî her derê li Jinwarê jî pirsgirêk tên jiyîn. Lê ji bo ev pirsgirêkan bên çareserkirin Meclisa Jinwarê heye. Di meclisê de mafê axaftinê ji bo her jinê heye. Ji mehê carekê jin kom dibin û analîza civaknasî, siyasî dikin. Di derbarê gund de biryarên hevpar tên girtin.

Akademiya Jinwarê

Li akademiya ku semîner û perwerde tê dayîn muze jî heye. Di heman demê de wêneyên Abdullah Ocalan, hilberîna jinan jî tê xuyakirin. Her wiha li gund firina bi navê Aşnan a ku navê xwe ji xwedawenda dexil digire heye. Berpirsiyariya vê firinê ji du meha carekê jin digirin ser milê xwe. Jin nanê xwe li tenûrê dixin. Her wiha li Jinwarê girîngiyê didin dermanên xwezayî.

Pergala perwerdeyê ya netewa demokratîk: Pêşdibistana Dayika Uveyş

Li Pêşdibistana Dayika Uveyş a pergala perwerdeyê ya netewa demokratîk 12 zarok perwerdeyê dibînin. Li gund mamoste hem bi kurdî hem bi erebî dersê didin. Zarokên dibistana navîn jî diçin Dibistana Dirbêsiyê. Her wiha zarok ji endamên enternasyonal dersên îngilîzî û komputurê digirin. Çavkanî: JINNEWS / Nûdem Têkoşer – Qamişlo

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar