Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Li girtîgehan pêkanînên kêfî di meriyetê de ne

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, piştî çalakiyên greva birçîbûnê zêdetir bûn. Li gorî agahiyên saziyên têkildar li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ava cihokê tev li ava vexwarinê tê kirin û li Girtîgeha Tîpa T a Wanê jî xwarinên tên dayîn nayên xwarin

Piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatibûn destpêkirin, li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne.

Hevserokê Komeleya Alîkariya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) Seyfettîn Ertaş destnîşan kir ku di demên dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde bûne.

Ertaş diyar kir ku girtî bi muameleyên pir xirab re rû bi rû dimînin û wiha got: “Li girtîgehên li Wanê û bajarên li derdorê Qanûna Înfaza Ceza jî bi awayekî kêfî tê binpêkirin. Nexasim jî piştî çalakiyên greva birçîbûnê zextên li ser girtiyan pir zêde bûne. Tu dibê qey tolê distînin. Jimariya leşkeri li girtiyan ferz dikin. Girtî bi rêya malbatên xwe, radigihînin ku vê yekê qebûl nakin. Girtiyên divê bên berdan, ji ber cezayê dîsîplînê nayên berdan. Ji girtiyên ku cezayê wan qediyane re tê gotin ‘heger hûn biçin nav kesên bêalî hûn ê bên berdan.’”

Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin

Di axaftina xwe de Ertaş anî ziman ku di dema avêtina ser qawîşan de amûr û pirtûkên girtiyan tên desteserkirin û got ku ji wan re hatiye gotin ku li Girtîgeha Panosê ava cihokê tev li ava vexwarinê tê kirin û wiha domand: “Berê jî hatibû gotin û tespîtkirin ku ava cihokê tev li ava vexwarinê bûye. Tê gotin, ev yek hîn jî didome. Li revîrê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û nayên sewqkirin an jî pir dereng tên sewqkirin. Me bi çavê xwe dîtiye ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Serokê BDP’a Agiriyê Mustafa Akyol, ji ber dereng hat tedawîkirin di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Kinyas Gulcan, ji ber dereng hat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Her wiha Yûsûf Bor jî çavekî wî kor bû. Malbata wî ji me re got, ji ber nehatiye tedawîkirin çavê wî yê din jî kor bûye. Em dixwazin Wezareta Dadê Qanûna Înfazê pêk bîne. Em naxwazin mafên jiyanê yên girtiyan bên binpêkirin.”

Pêkanînên kêfî ketiye meriyetê

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet jî destnîşan kir ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne. Melet diyar kir ku li gorî serlêdanên li komeleya wan tên kirin û nameyên girtiyan, nexasim îdareya Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi awayekî kêfî û bêhiqûqî tev diğere û da zanîn ku piştî greva birçîbûnê girtiyên diviya 15 rojan carekê bibirana revîrê, bi hincetên kêfî 2-3 mehan carekê wan birine revîrê.

Di berdewamê de Melet diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê du qawîşên jinan û kreş hene, lê belê zarokan nabin kreşan û wiha got: “Nexasim jî piştî greva birçîbûnê hema bêje li girtîgehan heyf tê stendin. Pêkanînên kêfî û bêhiqûqîtî ketiye dewrê.”

Lêgerîna tazî ferz dikin

Melet anî ziman ku li têketina girtîgehê girtî bi muameleyên pir xirab re rû bi rû dimînin û lêgerîna ‘tazî’ li wan tê ferzkirin.

Her wiha Melet destnîşan kir ku ew van pêkanînên der mirovî qebûl nakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Demildest divê dev ji van pêkanînan bê berdan. Li girtîgehan qedexekirina pirtûk û rojnameyan û nedayîna wan tiştekî bêhiqûqî ye. Cezayên dîsîplîn zêde bûne. Divê demildest dev ji van pêkanînên kêfî û derî rûmeta mirovahiyê ne bê berdan. Her wiha di demên dawî de xwarina tê dayîn hem cemidî ye hem jî pir xirab e. Em dixwazin Wezareta Dadê vê meseleyê hel bike.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar