Pirtûkxaneya Lîlavê bi munasebeta 25’ê Mijdarê bihayên pirtûkên nivîskarên jin ji sedî 25 daxist
Pirtûkxaneya Lîlavê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan kampanya da destpêkirin. Xwediyên pirtûkxaneyê bihayê pirtûkên nivîskarên jin û pirtûkên li ser jinan heta 25’ê Mijdarê ji sedî 25 daxistin.
Berpirsa Pirtûkxaneyana Lîlavê Rabîa Karayil da zanîn ku armaca wan ne aborî ye û dixwazin bi taybet balê bikişînin ser tundiya li ser jinan.
Rabîa Karayil destnîşan kir ku ew tundiya li ser jinan şermezar dike û got ku heta 25’ê Mijdarê wê bihayê hinek pirtûkan bixînin, ev ne tenê ji bo jinan ji bo hemû kesî derbasdar e û ev tişt anî ziman: “Em piranî pirtûkên jinan ji sedî 25 difroşin. Sedema vê jî ev e ku em balê bikişînin ser tundiya li ser jinan. Ev tundî pirsgirêka civakî ye. Em dixwazin di çarçoveya vê kampanyayê de her kes van pirtûkan bixwînin û divê bê zanîn ku tundî ne alava çareseriyê ye. Em wek berpirsyariyek civakî lê dinêrin. Em wisa derketin rê û me wisa biryara kampanyayê da. Em rolek civakî digirin ser xwe. Em piştgiriya xwendevanên xwe jî di vî alî de dipên. Tundî ne tenê fîzîkî ye. Ji her alî ve tundî heye. Dema tevdir neyê girtin bê guman tundî û kuştin jî zêde dibin. Em ji tundiyê re dibêjin na.” AMED