Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Dibistanên tirk li başûrê Kurdistanê çawa kar dikin?

Li başûrê Kurdistanê zêdetirî 20 dibistanên tirkî hene ku xwendekaran fêrî zimanê tirkî û çanda tirkan dikin. Destpêkê ev dibistan ji aliyê ‘Tevgera Xizmetê’ ya Fethullah Gûlen ve dihatin bi rêvebirin. Lê niha ji aliyê kesên nêzê AKP’ê ve têne birêvebirin

Dewleta tirk bi çend rêyan hewil dide cih û desthilatdariya xwe li başûrê Kurdistanê zêdetir bike. Yek ji van rêyan jî perwerde û xwendina bilind e.

Piştî sala 1994’an bi navê ‘tevgera xizmetê’ bi Fethullah Gûlen re berê xwe da başûrê Kurdistanê û dest bi karê xwe kirin. Yek ji wan sektorên ku têde kar kirin sektora perwerdeyê bû. Destpêkê avahî ji hikûmetê wergirtin û bê pere xwendekaran wergirtin. Lê piştre hêdî hêdî dibistanên xwe xistin bi pere.

Li gorî daneyên ‘tevgera xizmetê’ ku ji beriya sala 2016’an aşkera kiribûn, li başûrê Kurdistanê nêzî 20 dibistan û 2 zanîngehên girêdayî wan hebûn. Ev dibistan û zanîngeh jî li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebçeyê hene. Di van dibistanan de nêzî 15 hezar xwendekar dixwînin.

Salane ji her xwendekarekî ku li van dibistanan dixwînin 3 hezar û 900 dolar werdigrin. Ev nirx jî li başûrê Kurdistanê nirxê herî zêde ku ji xwendekaran tê wergirtin. Ji bo mînak dibistana Medyaya navnetewî yek ji wan dibistanên taybet e ku li başûrê Kurdistanê wek dibistanek amerîkî tê zanîn, salane 2 hezar û 700 dolar ji her xwendekarek werdigirin.

Di van dibistanan de xwendekar fêrî zimanên tirkî û îngîlîzî dibin. Piraniya mamostayan jî tirk in. Ji bo wê xwendekar neçar dimînin fêrî zimanê tirkî bibin. Mamostayên van dibistanan peywendiyek xurt li gel xwendekar û malbatên xwendekaran didaynin. Serdana malbatên xwendekaran dikin ji bo bandora xwe li ser malbatan jî çêkin. Dema dibînin malbatek di aliyê aborî de baş e jî daxwaza alîkariya madî jê dikin ji bo pêkanîna projeyên xwe.

Roja 15’ê tîrmeha sala 2016’an li Tirkiyeyê hewildana darbeyek leşkerî hat kirin ku gelek çavdêrên siyasî vê darbeyê wek senaryoyek ê Receb Tayyîp Erdogan binavkirin, da ku êrîşî bibin ser aliyên dijberê xwe.

Piştî vê hewildana darbeyê bi hezaran endamên ‘Tevgera Xizmetê’ a girêdayî Fethullah Gûlen hatin girtin û li Tirkiye dest bi ser tevayî projeyên tevgera Fethullah Gûlen girtin.

Dewleta tirk hewil da ji derveyî Tirkiyeyê jî tevayî projeyên tevgera Fethûllah Gûlen bigire. Di vê çarçoveyê de zextek zêde li ser hikûmeta başûrê Kurdistanê kir ku ji bo dibistan û zanîngehên girêdayî Fethullah Gûlen werin girtin.

Her çendî ku Hikûmeta başûrê Kurdistanê di destpêkê de nedixwest bikeve ber van zextên dewleta tirk, lê herî dawî neçar ma bi şêweyek dewleta tirk razî bike. Ev rêbaz jî wisa bû ku hemû dibistan û zanîngehên li deverên dibin desthilata YNK’ê de ne Kompanya Qeywan kirî. Dibistan û zanîngehên li deverên dibin desthilata PDK’ê de ne jî Kompanya Kar kirî.

Her çendî van her du kompaniyan van dibistan û zanîngehan kirîn, lê tu guhertinek di bernameya van dibistanan de pêknehat. Navên hinek dibistan û zanîngehan hate guhertin. Ji bo mînak, li Silêmanî navê Zanîngeha Işik hate guhertin û xistin Zanîngeha Tîşk.

Li gorî serçaveyek ku haydar e û nexwest navê wê were aşkera kirin, diyar kir ku di rêveberiya van dibistanan de hinek guhertin hatin kirin û kesên nêzî AKP’ê hatin bicih kirin. Her wiha diyar kir ku ev yek jî ji bo razîkirina Erdogan e da ku piştrast bibe êdî ev dibistan wê nekevin bin xizmeta tevgera Fethullah Gûlen.

Di dibistanên tirkî de zimanê îngîlîzî, tirkî, erebî û kurdî tên xwendin. Her çendî ku diyar dikin zimanê tirkî ne zimanê fermî ye, lê wekî ku me destnîşan kir ji ber ku piraniya mamostayên van dibistanan tirk in xwendekar neçar dibin fêrî zimanê tirkî bibin. Her wiha li gorî hin zanyariyên ku ji hin malbatên xwendekaran bi dest ketine, li van dibistanan de piranî behsa ol û baweriyê tê kirin.

Mamostayên van dibistanan wek tirkên netewperest difikirin û xwe di jêr qilifê îslamê de pêçane. Niha li başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk welatiyên Başûr malên tirkî boykot dikin. Xwediyê marketek ku li nêzî yek ji van dibistanan e, aşkera kir ku mamostayên van dibistinan dema tên marketê ji bo wek nerazîbûnek li dijî xelkê başûrê Kurdistanê nîşan bidin li pey malên tirkî digerin. Ev jî belgeyeke ku mamostayên van dibistanan netewperestiyê dikin.

Mamostayên van dibistanan hewil didin ji baweriya xelkê başûrê Kurdistanê ku bi îslamê tê sûdê wergirin, ji bo çanda tirkitî li nava xwendekar û malbatan de bidin bicihkirin, gelek caran behsa Tirkiye û împaratoryeta Osmaniyan dikin. Her wiha gelek behsa cihên geştiyarî û dîrokî yên Tirkiyeyê dikin, ji bo wê jî gelek caran geştên zanistî ji bo çûyîna Tirkiyeyê ji xwendekaran re organîze dikin.

Encam

Li gor belge û danayên li ber dest hene, derdikeve holê ku dewleta tirk dixwaze bi heman rêbaza ku tevgera Fethullah Gûlen dimeşand, li başûrê Kurdistanê fikra şovenîst a tirkitî pêş bixe. Her wiha li başûrê Kurdistanê kar ji bo tirkbûn û ciwankirina desthilata Tirkiyeyê bikin. Dixwazin hîn zêdetir xwendekarên başûrê Kurdistanê rakêşin zanîngehên Tirkiyeyê, ji bo bi rêya xwendekaran pere û sermaya malbatên kurd bibin Tirkiyeyê. Her wiha bikarin hîn zêdetir xwendekaran bixin di bin bandora çanda tirkî de.  Çavkanî: Dana Omer / ROJNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar