Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Şaneya herî xetere ya DAIŞ’ê li Reqayê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê xeteretir şaneya DAIŞ’ê ya li Reqayê girti. Şaneya ku ji 14 endaman pêk tê sûcên xwe yek bi yek vegotin. Şaneyê da zanîn ku ji hêla serçeteyê bi navê ‘Bijîşk’ ku li Tirkiyeyê dimîne ve tên birêvebirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê yek ji xeteretir şaneya DAIŞ’ê ya ku 3 jê jin bi giştî ji 14 çeteyan pêk tê û li dijî sivîlan bi dehan bûyerên terorîstî pêk anîn, girt. Çeteyên DAIŞ’ê li xwe mikur hatin û diyar kirin ku wan ferman û piştgirî ji emîrên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeye digirt.

Di nava şaneya DAIŞ’ê de 3 hevjînên emîrên ‘emnî’ yên DAIŞ’ê jî hene. Li gorî agahiyên çeteyan, ji wan emîran karên şaneyê û şaneyên din ên li Tirkiyeyê birêve dibin. Erkên endamên şaneyê li gorî cih û demê hatine guhertin. Ji avakarên şaneyê hinek jê çeteyan ji herêmên di bin kontrola dewleta tirk derbasî herêmên di bin kontrola HSD’ê de dikin, hinek ji wan re çek û madeyên teqemeniyê peyda dikin û hinek jî tevgera veguhestina endamên şaneyê di nav herêman de hêsan dikin.

Demekî dirêj hatin şopandin

Çavkaniyekê ji berpirsên hêzên ewlekariyê da zanîn ku piraniya çeteyên reveber ên vê şaneyê, ji çeteyên DAIŞ’ê yên destpêkê ne. Van çeteyan di qadên cuda de xebat meşandine. Ev çeteye tev li piraniya şerên DAIŞ’ê yên ji Helebê heta bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûne. Heman çavkanî dibêje ku şane ev 3 mehin ji hêla hêzên wan ve dihat şopand.

Navên çeteyan

Navên endamên şaneyê wiha ne: “Muawiye Abdulqadêr El Eqre ê ji Helebê, Besêl Esed El Temo ê ji Meyadîn a Dêrazorê, Îbrahîm Hesen El Hecî ê ji Reqayê, Mihemed Xelef El Tahir ê ji Dêrazorê, Ehmed El Mirî El Abdullah ê ji Reqayê, Ehmed Cerad El Îbrahîm ê ji Reqayê, Ebdulrehamn Elî El Xatîb ê ji Hemayê, Hêder Ehmed El Salih ê ji Sifirê, Ehmed Seîd El Xelef ê ji Reqayê, Mihemed Xalid Kebîb ê ji Dêrazorê, Hemze Abdulrezaq Etiye ê ji Humsê, Ayşe Hesen El Hisên a ji Meyadîn a Derazorê, Enwar Casim El Seyd, Aya Yasir El Salih a ji Helebê.”

Êrîşa destpêkê ya şaneyê

Di 9’ê nîsanê de endamên şaneyê bi fermana emîrê şaneyê yê bi navê ‘Bijîşk’ (Ev kesayet ne diyar e û şaneyê ji hundirê Tirkiyeyê birêve dibe.) seyareya firotina şînkahiyan dikirin û bi madeyên teqemenî amade dikin. Endamên şaneyê di serî de li Kolana El Nûr teqînek pêk anîn. Di êrîşê de 10 sivîl şehîd bûn û bi dehan sivîl, tîmên destwerdana lezgîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn.

Serçete ‘Bijîşk’

Li gorî çeteyan ew kesê bi navê ‘Bijîşk’ nas nakin. Endamên şaneyê gotin ku piştî ku çeteyê bi navê ‘Bijîşk’ bûye rêveberê şaneyê, pêvajoya herî xwînî pêk hatiye. Vî çeteyî li hêlekê cih û dema êrîşan û li hêla din amûrên lojstîkî dişandin. Endamên şaneyê dibêjin ku ‘Bijîşk’ li Tirkiyeyê dimîne.

Çend êrîşên vê komê yên li Reqayê

Heman şane di 1’ê hezîrana îsal di êvara cejna Remezanê de li ser fermana çete ‘Bijîşk’, li Çarxerêya El Neîmê seyareyeke bombebarkirî teqand. Di êrîşê de 9 sivîl şehîd bûn û di nav de 3 jê şervanên HSD’ê, zêdetirî 32 sivîl jî birîndar bûn. Her wiha şaneyê gelek bûyerên terorîstÎ pêk anîn. Çend êrîşên din ên vê şaneyê wiha ne: “Hedefgirtina dewriyeya HSD’ê ya li ber xwaringeha El Rewdayê, hedefgirtina dewriyeya hêzên ewlekariyê ya li ber Çarxerêya El Sewamiyê, teqandina bombeyekê li ber têketina Parka El Raşîd, hedefgirtina firineke bajar a bi bombeyeke deng, teqandina bombeyekê li goşeya Nexweşxaneya Tewlîdê, hedefgirtina dikana El Nasir a li kolana El Mensûrayê û hedefgirtina serokê Meclisa Taxa Kolana El Qîtarê.” Heman koma çete tev li karên qaçaxiyê, revandin û diziyê jî bûn.

Reva çeteyan hêsan kirin

Di lêpirsînê de li ser agahiyên van çeteyan hinek endamên din ên çeteyan jî hatin girtin. Şaneyên DAIŞ’ê piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, ketin nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de li Tebqa, Reqa, Dêrazor, Hesekê û Qamişloyê êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de bi dehan kes hatin qetilkirin û birîndarkirin. Her wiha reva bi dehan çeteyên DAIŞ’ê ya ji girtîgehên Rojava hêsan kir. REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar