Yekemîn Kongreya Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ku duh destpêkiribû îro bi xwendina rapora xebatên saziyan didome
Yekemîn Kongreya Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ku duh bi dirûşma ‘Avakirina pergala demokratîk, avakirina jiyana azad e’ li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi tevlêbûna 320 delegeyan dest pê kir, di roja duyemîn de jî didome.
Di roja duyemîn de kongre bi xwendin û nirxandina rapora xebatên 2 salan ên saziyan didome. MEXMÛR