PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Malbat teşhîs kiribû lê ATK niha dibêje DNA li hev nagirin!

Cenazeyê Serhat Arslanargûn ê li Kobaniyê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Xerzanê hatibû veşartin. Lê belê ATK’ê ji malbatê re got ku DNA’ya hatiye dayîn û ya cenaze li hev dernayên. Malbat ji bo cenaze werbigire dê gora dê û bavê wî vekin û ji bo DNA’yê nimûne bidin

Di 19’ê kanûna 2017’an de cenazeyên li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatibûn derxistin û biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Ji 267 cenazeyan ên 5 heban hatibûn dayîn û malbatên wan careke din ew veşartibûn. 30 malbat jî ji bo cenazeyên xwe wergirin ji bo DNA’yê serlêdan pêk anî bûn. Ji van malbatan DNA’ya 11’an jê li hev derketibû.

Hatibû gotin ku cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, di adara 2019’an de li Goristana Bêkesan a Sariyerê hatine veşartin.

Ji van cenazeyan yek jê jî yê Serhat Arslanargûn (Rênas Bedlîs) e ku li Kobaniyê jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê wî di sala 2014’an de li Goristana Xerzanê veşartibû. Piştî cenaze birin ATK’ê, malbata Arslanargûn ji bo DNA’yê nimûne dabû. Lê belê ATK’ê ji malbatê re got ku DNA li hev derneketiye.

‘Apê min cenazeyê teşhîs kir’

Derbarê mijarê de xwişka Serhat Arslanargûn, Îlknûr Arslanargûn axivî.

Arslanargûn diyar kir ku birayê wê Serhat Arslanargûn di 18’ê Kanûna 2014’an de li Kobaniyê jiyana xwe ji dest daye û gava bihîstine ji bo wergirtina cenaze çûne ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê û cenaze wergirtine. Arslanargûn da zanîn ku gava cenaze wergirtine birine ATK’ya Rihayê û wiha got: “Li vir ji birayê min nimûneya DNA’yê hat wergirtin, lê apê min çû bi çavê xwe cenaze teşhîs kir û li ser vê gotin, ne hewceyî DNA’yê ye, cenaze dan me. Gava cenaze dan ruxseta veşartina cenaze jî dan. Me cenazeyê xwe wergirt û bir Goristana Xerzanê veşart.”

‘Gotin DNA li hev dernektiye’

Di axaftina xwe de Arslanargûn destnîşan kir ku piştî goristan hatiye texrîbkirin cenazeyê birayê wê ji wir derxistine û diyar kir ku piştî demekê haya wan jê çê bûye ku cenaze hatine derxistin û wiha domand: “Piştî me bihîst em çûn wir. Lê belê ji ber qedexeyan nehiştin. Em 8 mehan sekinîn. Paşê ez û 11 malbatên din çûn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Em û parêzeran çûn û me ji bo DNA’yê nimûne dan. Lê tiştek ji me re negotin. Piştî demeke dirêj ji me re gotin, DNA li hev derneketine.”

Arslanargûn anî ziman ku ji ber ku dê û bavê wê ne sax in wê ji bo DNA’yê nimûne daye û wiha pêde çû: “Destûra me ya ruxsetê heye, lê ji me re dibêjin DNA li hev derneketine. Lê cenazeyek wiha heye. Em bi xwe çûn, me cenaze wergirt û veşart. Ji ber DNA min û ya cenaze li hev derneketiye, mecbûr em ê gora dê û bavê xwe vekin û ji bo DNA’yê nimûne bigirin. A rast ji ber dizanin dê û bavê min ne sax in, dixwazin bikin ku em doza cenaze nekin. Lê çi ji destê min bê ez ê bikim. Em ê heta dawiyê doza cenazeyê xwe bikin.”

‘Birayê min ne bêxwedî ye’

Her wiha Arslanargûn destnîşan kir ku hîn jî tam nizanin cenazeyê birayê wê li ku ye, herî dawî bihîstine ku cenaze li Goristana Bêkesan a Kîlyosê hatine veşartin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birayê min ne bêkes e. Daxwazek me heye. Ev daxwazeke insanî ye. Ji zûve ye em doza cenazeyê xwe dikin. Dibe hinekî din jî dewam bike. Lê çi dibe bila bibe em ê dev ji cenazeyê xwe bernedin.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar