Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Xwedê vê zilma ku Erdogan bi serê gelê me anî jê re nehêle’

Malbata şehîd Davût Seydo Elo ku di şerê Serêkaniyê de şehîd bûbû jî tev li bi sedhezaran ji Serêkaniyê koçber bû. Dayik û bavê şehîd Davût wiha dibêjin: “Tu dîn û îmana Erdogan nîne. Ji bilî zilmê tiştek neda vî gelî. Bila xwedê jê re nehêle.”

Bi destpêkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk û çeteyên wê bi sedhezaran şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Yek ji bajarên ku şêniyên herêmê koçberbûnê jî Dirbêsiyê ye. Ji koçberan dayik û bavê endamê Asayîşê Davût Seydo Elo ku di berxwedana Serêkaniyê ya di sala 2013’an de şehîd bûbû têkildarî êrîşên dewleta tirk û jiyana zehmet koçberiyê axivîn.

Bav Xelef Biro got ku şehîdbûna kurê wî mîna bistike sorkirî dil û cegera wî sotiye û wiha domand: “Bi şehadeta Davût bask li min şikestin. Êrîşên dewleta tirk de gelek cîranên me şehîd bûn. Li Serêkaniyê jiyaneke me ya xweş hebû. Kurê min zewicî bû. Neviyê min Rodî hê 5 mehî bû ku bavê wî di sala 2013’an de di şerê Serêkaniyê yê li dijî çeteyên El Nusrayê de şehîd bû. Di wî şerî de em çûbûn Tirkiyeyê. Ev cara duyemîne ku em koçber dibin.”

Dixwazin vegerin Serêkaniyê

Biro anî ziman ku tu dîn û îmana Erdogan nîne û wiha pê de çû: “Ji bilî zilmê tiştek neda vî gelî. Xwedê van tiştên ku dibe dibîne û hêvî dikim ku xwedê cezayê wî bidê. Mal û milk û nanê me li wan deran ma. Em dîsa dixwazin vegerin ser wan xakan û weke xwediyê rastîn ên wan xakan li wir bijîn.”

‘Me got em ji komkujiyê xelas bûn lê yeka mezintir bi serê me anîn’

Dayik Cemîla Seydo jî  wiha dibêje: “Me got em ji komkujiyekê xilas bûne lê komkujiyeke mezintir bi serê me de anîn. Bi cîranên me re jiyaneke me ya xweş hebû. Cîranên me hatin kuştin, li derdora me kesek nema. Em ji wir derketin, çûne gundekî nêzî Hesekê, ji wir çûne Hesekê. Dema ku gel çû wir zêde cih nebû, em çûn Dirbêsiyê. Ji me re maleke du odeyî dîtin. Niha em 6 kes li xaniyekî du odeyî dimînin. Gel deriyê xwe li me vekir, hewcehiyên me bi cih anî. Bila Xwedê bi dest Erdogan ve bernede, em xistin çi halî. Êdî em dixwazin vegerin malên xwe.” DIRBÊSIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar