Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Rapor ÎKD’ê: AKP tundiyê sor dike

Komeleya Jinên Pêşketî (ÎKD) rapora tundiya li ser jinan a meha mijdarê aşkera kir û diyar kir ku gotinên paşverû yên ji aliyê AKP’ê ve tên pêşxistin, rê li pêşiya sorkirina tundiya li ser jinan zêde dike

Komeleya Jinên Pêşketî (ÎKD) rapora tundiya li ser jinan a mijdarê aşkera kir. Jinan di raporê de diyar kir ku gotinên paşverû yên ji aliyê AKP’ê ve tên pêşxistin, rê li pêşiya sorkirina tundiya li ser jinan zêde dike. ÎKD’ê da zanîn ku di Rapora Pêşketina Jinan a Cîhanê ku ji aliyê Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve hat aşkerakirin de hat diyarkirin ku ji bo jinan cihê herî talûke mal û malbat in û hat gotin ku parastina ji bo jinê têr nake.

ÎKD’ê destnîşan kir ku di raporê de sal bi sal tundiya li dijî jinê zêde dibe, ji ber gotinên paşverû yên AKP’ê û gotinên der barê jiyana jinê de rê li pêş tundiya li ser jinê vedike û tundiyê sor dike.

Sal bi sal cînayetên jinan zêde dibin

ÎKD’ê da zanîn ku li gorî agahiyên çapemeniyê di sala 2018’an de 440 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 317 jin rastî îstîsmara zayendî hatine û ev agahî di raporê de cdih girt: “Di sala 2018’an de hezar û 217 zarok rastî îstîsmarê hatin. Di 9 mehên ewil ên 2019’an de herî kêm 289  jin hatin kuştin. Di tebaxê de herî kêm 41  jin hatin kuştin. Jin herî zêde ji aliyê mêrê ku bi hevre dijîn ve hatin kuştin. Dema jinê xwest hevjînê xwe berde û jê biqete hat kuştin. Di nêviyê sala 2019’an de 378 zarok rastî îstîsmarê hatin. Li gorî daneyê Wezareta Karên Hundir di 2019’an de 299 jin hatin kuştin. Sal bi sal cînayetên jinan zêde dibin. Suleyman Soylu diyar kir ku di navbera 2016 û tebaxa 2019’an de hezar û 167 jin hatine kuştin. Ji sedî 63,5 kujerê jinan hevjîn û hevalê wê ye. Ji sedî 32 jî xizmê wê ye.

Li gorî rapora Lêkolîna Jinan a Cîhanê ku ji aliyê Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve hat weşandin, hat diyar kirin ku cihê talûke mal û malbat in. Li gorî rapora wan di sala 2017’an de ji sedî 60 ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin. Di 6 mehên ewil ên 2019’an de 100 jin li Tirkyeyê hatine kuştin.

Di 3 salên dawî de 20 jin li gel di bin parastinê de bûn hatin kuştin. Li gorî daneyên Baroya Stenbolê herî kêm hezar û 840 jin rastî tundiyê hatine û ji ber vê yekê biryara parastinê stendine. Li gorî daneyên çapemeniyê di 2019’an de herî kêm 9 jin li gel parastinê dîsa hatine kutin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar