Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tirkiye bi destûra Amerîka û Rûsyayê êrîşî kurdan dike

Di 24-25’ê hezîrana 2019’an de Serokê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû û şêwirmendê ewlekatiya neteweyî yê Îsraîlê li bajarê Kûdusê bi şêwirmendên Amerîka û Rûsyayê re li hev civiyan.  Di vê civîna ku heya niha tu mînakê wê nebûn de, her çiqas hat gotin ku pirsgirêkên herêmê hatine destgirtin jî di rastiya xwe de armanca bingehîn a vê civînê pevçûnên li Sûriyeyê berdewam dikin û bi vê ve girêdayî rewşa Îranê hatiye dest girtin. Lê hêdî hêdî armanca vê civînê ya bingehîn derdikeve ser rûyê erdê. Lewma ji bo mirov rewşa herêmê û pevçûnên ku li herêmê bi hemû dijwariya xwe ve berdewam dikin fam bike pêwîst e mirov vê civînê û mijarên ku di civînê de hatine dest girtin jî baş analîz bike.

Beriya her tiştî ev civîna ku li Îsraîlê hat derbakirin dide nîşandan ku du hêzên herî mezin ê cîhanê xwe li ber ewlekariya Îsraîlê berpirsyar dibînin. Lê ev ne mijara civînê ya bingehîn bûye. Her çiqas di ragihandin û nirxandinan de hat gotin ku mijara sereke ya civînê rewşa Îranê ya li Sûriyeyê hatiye destgirtin jî lê bûyer û pêşveçûnên ku li herêmê diqewimin vê nirxandinê piştrast nake. Lewma tişta ku niha li herêmê tê jiyîn mijara sereke ya vê civînê kurd û rewşa kurdan a li herêmê bûye.

Di van çend salên dawî de pêşveçûn û destkeftiyên gelê kurd ji hêla gelek hêzên navnetewî ve nayê pejirandin. Ji bo pêşî li pêşveçûna gelê kurd bigirin, ango ji bo li herêmê ev hêza dînamîk û li ser xwe, ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin di serî Amerîka û Rûsya gelek hêzên navnetewî bi hincetên cûda xwe nêzî kurdan kirin. Ev plan û projeyên ku ji bo wan gelek tişta îfade dike, ji bo gelê kurd tiştekî îfade nake li ser gelê kurd tên ferz kirin. Ji ber nûnerên rêxistinên ku li herêmê îradeya gelê kurd temsîl dikin ev plan û proje qebûl nekirin, ji hêla ev hêzên ku xwe mîna xwediyê herêmê dibînin pêwîstî hat dîtin ku bi awayekî ev hêza dînamîk a gelê kurd bê şikandin. Lewma di civîna 24-25’ê hezîrana 2019’an de li ser masê planên şikandina kurda hatiye raxistin.

Di civînê de biryara şikestina kurda hat girtin lê ji bo vî planên qirêj pêkbîne jî ji bo wan dîktator an jî xûlamekî baş her wiha yekî ku ji kurdan pir aciz e lazim bû. Ji bo vê ji Erdogan çêtir kes nedîtin. Lewma di civînê de erkê şikestina kurda dan Erdogan yanî dewleta tirk.

Ji ber ku di destê wan de gelek belgeyên ku têkîliyên dewlata tirk û DAIŞ’ê piştras dikin hene, ew baş dizanin ku Erdogan dikare vê hêza terorîst têxe hereketê. Ji derveyî DAIŞ’ê jî îktîdara faşîst a AKP-MHP ji bo li her deverê êrîşan bibin ser gelê kurd di nav lêgerînan de ye. Li hemberî dagirkeriya bakurê Sûriyeyê û Rojava ya ku ji hêla Amerîka û Rûsyayê ve tê xwestin Tirkiye jî bi şertê wê li her deverê wê êrîşan bibe ser tevgera azadiyê li hev kirine. Lewma li herêmê îro dewleta dagirker a tirk li Sûriye, Irak û Tirkiyeyê bêyî zagonên navnetewî bigire ber çavan sûcê şer pêk tîne. Ew hêza xwe ji Amerîka, Rûsya û Îsraîlê digire.

Ji bo mirov êrîşên dewleta dagirker a tirk ên li ser bakurê Sûriyeyê û Rojava baş fam bike pêwîst e beriya her tiştî mirov  ev planên qirêj ên li ser gelê kurd tên ferzkirin baş derxe zanebûnê. Hem Amerîka hem jî Rûsya dixwaze kurd li gor berjewendiyên wan li herêmê tevbigere. Ger kurd bi hêzbin û pêş ve biçin wê demê pêwîstî bi wan nabe. Lê ger kurd lewaz bikevin, di bin êrîşan de bin, her tim bên kuştin û qetilkirin wê demê ew ê xwe wek qehraman û yên alîkariyê didin kurda bidin nîşandan.

Lewma êrîşên îro li ser gelê pêk tên û qetlîamên ku gelê kurd bi wan rû bi rû dimîne berhemên planên pir qirêj in. Beriya her tişî pêwîst e gelê kurd ev lîstikên ku li ser qedera wî tên lîstin baş fam bike. Ji bo van lîstika bikaribe vala derbixe jî bi awayekî lezgîn pêwîstî bi yekitiya neteweyî heye. Di warê rêxistinî û leşkerî de gelê hêz û zîrektiya xwe nîşanî hemû cîhanê da lê pêwîst e di warê yekitî û dîplomasiya neteweyî de jî vê serkeftinê bikaribe bide avakirin. Yekitiya neteweyê bersiva hemû teoriyên komployêye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar