Li Amedê gotubêjek li ser çanda radyoyên Êrîvan û Bexdayê pêk hat. Lêkolîner Zeynep Yaş got her du radyo kirin ku muzîka kurdî winda nebe. Dêrhêner Îbrahîm Yildirim anî ziman ku di her gotineke Egîdê Cimo de dîrok û çand hebû
AmîdArt li Amedê nîşandana belgefîlma “Welatê Me Kurdistan e” û gotûbêja “Xebatên Radyoya Êrîvan û Bexdayê û Bandora Wan Îroyî” li dar xist. Nivîskar Selîm Temo jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
Ewil belgefîlma “Welatê Me Kurdistan e” ku behsa jiyan û xebatên hunera mîrê bilûrê Egîdê Cîmo di meha çile ya 2019’an de li Êrîvanê jiyana xwe ji dest dabû vedibêje hat nîşandan.
Piştî nîşandana belgefîlmê derhênerê wê Îbrahîm Yildirim axaftinek kurt kir û diyar kir ku wan bi nasîna serpêhatiya Egîdê Cîmo dîroka xwe jî nas kirine û got: “Di her gotinên wî de dîrok, huner û çand hebû. Mamosteyek têr û tije bû. Ev belgefîlm ji bo me wezîfeyek bû. 3 mehan bênavber me her kêliya Egîtê Cîmo qeyd kir. Egîdê Cîmo wek muzexaneyekê bû.”
Piştî Yildirim, lêkolînera muzîka kurdî Zeynep Yaş û mamosteyê muzîkê Şêrko Kanîwar li ser mijara “Xebatên Radyoya Êrîvan û Bexdayê û Bandora Wan Îroyî” û çanda dengbêjiyê û muzîka kurdî zanyariyên xwe parve kirin.
Herdu radyo bûn hîmê muzîka kurdî
Zeynep Yaş da zanîn ku Radyoya Bexdayê û Radyoya Êrîvanê ji bo newindakirina çand û muzîka kurdî hîmek bingehîn e û van radyoyan kir ku muzîka kurdî li dinyayê belav bibe. Yaş anî ziman ku ev radyoyên kurdî çanda dengbêjiyê û muzîka kurdî heta roja îro tînin û kirin ku bîra çanda kurd zindî bimîne.
Şêrko Kanîwar jî destnîşan kir ku ew deyndarên wan radyoyan in ku dengbêj û hunermendên kurd nedan jibîrkirin û bingeha muzîka kurdî ji wan rojan tê. Kanîwar bal kişand ser girînga muzîka kurdî û got divê zarokên kurd ji biçûkatî ve li ber stran û klamên kurdî yên resen werin mezinkirin. Kanîwar anî ziman ku lazime ew li çanda wan radyoyan xwedî derkevin û hewl bidin ku newayên wan neyên windakirin.
Piştî axaftinan gotûbêj bi dawî bû. AMED