Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Li Tirkiyeyê krîza darazê heye’

Piştî  yekemîn pakêta darazê xistin meriyetê, niha armanc dikin ku duyemîn pakêta Reforma Darazê bibin meclisê. Serokê Boroya Stenbolê Mehmet Durakoglu diyar kir ku li Tirkiyeyê niha krîza darazê tê jiyîn

Hikûmeta AKP’ê bi armanca krîza di nav de ye derbas bike, pakêta serema 2019- 2023’yan a ewil  ‘Startejiya Reforma Darazê’ di 17’ê cotmehê de kirin qanûn. Pakêta duyemîn a darazê tê payîn ku di rojên pêş de bînin meclisê. Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu bal kişand ser pakêta yekemîn a kirin qanûn û pakêta duyemîn a li meclisê bê niqaşkirin û anî ziman ku krîza heyî bi van pakêtan nayê çareserkirin û Tirkiye krîza darazê dijî.

Durakoglu diyar kir ku ji bo krîz çareser bibe pêwîst e parametreyên heyî rast bê tespîtkirin û wiha got: “Mirov nikare ji vê pakêta ‘Reforma Darazê’ re bibêje reform. Di sala 2009’an de dîsa ‘Stratejiya Reforma Darazê’ anîn meclisê. Di sala 2010’an de bi avakirina Lijneya Jor a Dozger û Hekîman (HSYK) raste rast ev lijne teslîmî FETO kirin. Di sala 2015’an de duyemîn reforma darazê anîn meclisê. Di sala 2016’an de piştî darbeyê di dema OHAL’ê de xistin meriyetê. Li gorî van daneyan dema em dinêrin ev pakêta reforma darazê çareseriyê bi xwe re nîne. Di cewher de tu guhertin tune ye. Di pratîkê de pirsgirêkên me hene. Ji ber ve yekê em nikarin bi erênî li vê pakêtê binerin.”

Naveroka pêşnûmeyê

Her wiha Durakoglu destnîşan kir ku ne tiştên baş an xerab ên di pêşnûmayê de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li şûna şewata di malê de bê vemirandin, hêj tiştên li derve tê axaftin. Divê berî her tiştî em agir vemirînin. Di pakêtê de qala pasaporta parêzerên ku 15 sal in parêzeriyê dike tê axaftin. Mesele ne dayîna pasaportan e. Niha em krîza darazê dijîn. Ji bo ev krîz bi dawî bibe pêwistî guhertinan heye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar