Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Amedê komxebata ‘Jin jiyanek bê tundî diaxivin’ pêk hat

Komeleya Jinan a Roza li Amedê komxebata ‘Jin jiyanek bê tundî diaxivin’ lidar xist. Di komxebatê de seroka komeleyê Adalet Kaya diyar kir ku ew hewl didin xwe bigihînin hemû jinên ku rastî tundiyê tên û got ku têkoşîn û alîkariya xwe ya jinan bidomînin

Komeleya Jinan a Rozayê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan, li Amedê komxebata ‘Jin jiyanek bê tundî diaxivin’ li dar xist. Komxebata jinan li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê dest pê kir. Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan, Platforma Jinan a Amed Dîcle (DAKP), Navenda Jinan a Baroya Amedê û nûnerên jin ên gelek saziyan amade bûn. Di komxebatê de seroka Komeleya Jinan a Roza Adalet Kaya diyar kir ku ew xwe digihînin jinên ku rastî tundiyê tên û hewl didin alîkariyê bidin wan jinan.

Kaya anî ziman ku par wek îro amadekariya avakirina komeleyê dikirin û niha komele xebatek bi vî rengi dimeşîne û wiha got: “Ji ber şertên OHAL’ê me pêwistî bi vekirina komeleyê dît. Jin di dema OHAL’ê de hatin îxrackirin. Ji aliyê qeyûman ve ji kar hatin avêtin. Dema me Rosa ava kir em dizanîbû em ê rastî kijan pirsgirêkan bên. Me xwe ji nûve bi rêxistin kir û me tora têkoşîna li dijî tundiyê ava kir. Ev tor li Tirkiyeyê bû modela têkoşînê. Me tu carî dest ji têkoşînê berneda. Em dê vê têkoşînê bi xebata îro li vir dê bêtir bi hêz bikin.”

Di axaftina xwe de Kaya da zanîn ku mêr û dewlet formên cuda yên tundiyê pêş dixin û wiha domand: “Jinên li qadê xebatê dimeşînin, bi pêşniyara ku dê hilberînên nû derxin holê komxebat lidar xistin. Niha şer jî ket rojeva me. Me biryar da ku em vê komxebatê lidar bixin. Me bi taybetî xwest em li ser şer û bandora şer a li ser jinê niqaş bikin. Şer feraseta ji aliyê mêrê serdest ve tê pêşxistin e. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundî û şer berdewam bikin.”

Her wiha Kaya anî ziman ku ew şopdarê mîrateya jinên femînîst û têkoşer ên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane û wan bi hurmetî bi bîr tînin û dê tekoşîna wan berdewam bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar