Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Jinên Silêmaniyê dijî tundiyê meşiyan

Rêveber û endamên rêxistinên jinan, nûnerên jin ên aliyên siyasî û gelek kesayetên jin ên li Silêmaniyê, dijî tundiya liser jinan meşiyan û peyama ‘ger em bibin yek, em ê karibin dawî li zihniyeta dagirkerî û tundiyê bînin’ dan

Koma Jinan a Başûrê Kurdistanê ku ji nûnerên rêxistinên jinan û aliyên siyasî pêk tê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li ser Jinan li bajarê Silêmaniyê meşek lidar xist û daxuyanî da çapemeniyê.

Meş ji Kolana Salim (Saholeke) destpê kir û heta ber Baxê Gişî dom kir. Di meşa ku gelek jin tev li bûn de pankartên wekî ‘Şehîd Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde û Amara Kobanê sembola berxwedana jinên têkoşer in’, ‘Dagirkerî tundutijî ye’ û ‘Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin’ hatin vekirin, her wiha wêneyên Sakîne Cansiz (Sara), Arîn Mîrkan, Avesta Xabur û jinên têkoşer ên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bilindkirin.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên wekî ‘Bi têkoşîna jinan rizgar dibe Kurdistan’, ‘Berxwedan jiyan e rêya hemû jinan e’, ‘Bi yekgirtina jinan azad dibe Kurdistan’, ‘Em namûsa tu kesî nîn in, namûsa me azadiya me ye’ û ‘Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin.

Xwişkên Mirabal hatin bibîranîn

Piştî meşê li ber Baxê Giştî daxuyanî hat dayîn. Li ser navê Koma Jinan a Başûrê Kurdistanê Kinêr Ebdullah daxuyanî xwend.

Kinêr Ebdullah bal kişand ser dîroka 25’ê Mijdarê û her sê xwîşkên Mîrabal ku bûne sembola têkoşîna jinên cîhanê bi bîr anîn.

Kinêr destnîşan kir ku li çar perçeyên Kurdistanê ji ber şer, dagirkerî, zihniyeta baviksalariyê, rewşa aborî û nebûna çareseriya pirsgirêkan, tundiya li ser jinan zêde bûye û wiha got: “Tundî jî herî zêde li Iraqê tê dîtin. Li gorî amaran tundiya li ser jinan û bi taybetî jî tundiyê zayendî û derûnî her roj zêde dibe. Her wiha yasayên ku têkildarî mijarê li Iraqê hatine derxistin jî pirsgirêkan çareser nakin.”

Di daxuyaniyê de Kinêr Ebdullah bal kişand ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr û rêzefîlmên tirkî jî dibin sedema têkçûna çanda kurdî û zêdebûna tundiyê.

Sembola berxwedanê

Kinêr di axaftina xwe de êrîşên dagirkeriyê yên li ser rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava ya bi pêşengiya jinan tê meşandin anî ziman û wiha dom kir: “Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Suriyeyê Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde û Amara Kobanê ji aliyê çeteyan ve bi awayî hovane hatin qetilkirin. Em wan wekî sembola berxwedanê dibînin.”

Kinêr piştgiriya xwepêşandanên Rojhilat û Îranê jî kir û tevlibûna jinan a di nava xwepêşandana de wekî gaveke mezin nirxand.

Bang li hemû jinan kir

Her wiha Kinêr di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan kir ku yekitiya xwe pêk bînin û wiha got: “Ger em yek bin, em ê karibin dawî li zihniyeta dagirkerî û tundutijiyên bînin.”

Piştî daxuyaniyê, koma Nûwêger a Şanoyê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Nûwêger, derbarê tundiya li ser jinan û zihniyeta baviksalarî, her wiha têkoşîna jinan de şanoyek pêşkêş kir. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar