Demeke dirêj e nakokiyên di navbera Îran û DYA’yê de didomin. Heta niha nakokiyên van her du hêzan di asta devjeniyê de be jî, her ku derfet û fersend dibînin li dijî hev dibin xwedî kiryaran. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî di analîzên xwe yên dewlet û desthilatdariyê de dibêje, ev jî bi aşkera raber dike ku di pergala dewlet de tû hêzên serbixwe nîn in û ev ne gengaz e jî. Di parvekirina desthilatiyê de reqabet nayê qebûlkirin. Çimkî ev hişmendî yektabûn û yekanebûna xwe weke sedema man û nemanê dibîne. Lewma bi tu awayî destûr nade ku hêzeke din jê re bibe rikber. Heke bibe jî, heta têkbirin û tunekirina yekê, şer û nakokiyên wan didomin. Ango yek neçar e ku radestî serdestiya ya dîtir bibe; nexwe dê bi zordestî û tundiyê, yan jî bi rêbazên cêwaz bê hilweşandin. Bi gotina pêşiyê kurdan “Serê du beranan di quşxaneyekê de napije!”
Tê zanîn ku Îran, xwedî paşeroj û kevneşopiyeke gelek kûr û dirêj a dewlet û desthilatdariyê ye. Ango ji heyama Med-Persan û heta niha nêzî 3000 hezar sal in xwedî kevneşopiyeke desthilat û dewletê ye. Yanî mirov dikare bêje ku piştî şaristaniya Sumeran, Îran bavê sîstema dewlet-desthilatdarî û sazî û dezgehên wê ye. Jixwe pergala dewletî ya Îranê xwe weke peyderê şaristaniya Sumerê dibîne.
Lê belê piştî hegemonyaya dewlet ji Rojhilata Navîn şemitî Ewropa û Amerîkayê, Îran ev angaşta xwe ji dest da. Bi gotineke dîtir, di nav dorhêla sîstema dewletê de mabe jî, neçar ma ku asûna duyem, sêyem qebûl bike yan dê vê pergala xedar û hov ew daqurtanda! Lê belê tu car dev ji armanca xwe ya zirhêziyê berneda. Lewma her ku derfet dibîne dixwaze li ser vê kevneşopî û mîrateyê xwe zindî bike, ji nû ve bibe xwedî îdiaya hegemonîk. Ji bo wê nîv sedsal e ku li Rojhilata Navîn di nav liv û tevgerê de ye, dixwaze li gorî xwe teşe bide dewletên herêmê, wan bixe bin bandor û xeta xwe ya bîrdoziya siyasî, îdarî ku bikare dubare serdestiya xwe ya herêmê saz bike û bibe hêzeke cîhanî! Lewre hegemonyaya Ewropayê, nexasim jî Amerîka gefan li ser hev li dewleta Îranê dixwe û dibêje ku dê destwerdanê bike. Ev hêz di ferqê de ne ku di nav pergala dewletî de Îran rola ‘zarokê şûm’ dilîze û divê wê ‘kedî’ kirin û di nav çerxa pergalê de bihelinin.
Kevneşopiya dewleta Îranê bi seranser ne tev li sîstema dewletî dibe, ne jî li gorî dewlemendiyên dîrok, mîrate û pir-rengiya erdnîgariya xwe ya çand, bawerî û neteweyan xwe saz dike. Piştî zilm û zordestiya pergala şahîtiyê, sala 1979’an gel û civakên Îranê rabûn raperînê û pergal hilweşandin, şoreş pêk anîn. Bêguman ê ku pêşengiya vê şoreşê dikir, dîsa şoreşger, demokrat, sosyalîst û derdorên demokrasîxwaz bûn. Lê belê piştî şoreşê çîneke biçûk a molayan ku ji berê de xwe bi rêxistin kiribûn, bi lîstîk û komployan derdorên şoreşger ên me li jorê bilêv kirî tasfiye kirin û pergaleke ku rehmetê li ya Şah bînin ava kirin. Ji wê demê heta niha kiryar û zextên li dijî civak neqediyane. Di serî de jin, civak û civatên cuda, hema bêje hemû kes mexdûrê vê pergalê ne.
Her çiqas kevneşopiya dewleta Îranê vê hêza xwe nespêre gel û civakê jî, bi ‘çelengiya dîplomasî û siyasî’ ya xwe dispêre paşerojeke dûr û dirêj, êrîşên derveyî bi hestên neteweyî arastekirina civaka Îranê van gef û êrîşan dikare bêbandor bike. Ango dewlet û desthilatdariya Îranê xwedî wê xisletê ye ku kengê bikeve tengasî û qeyranê, bertek û nezarîbûnên civakî arasteyî derve dike û pêşî li aloziya hundirîn digire. Her tim civaka xwe li ser dijberiya derve, li ser dijberî û dijminatiya DYA, Îsraîl hwd. civakê li dor pergalê dicivîne û dike eniyeke xurt ê parastinê. Bêguman tu kes vê konetiya dewleta Îranê nihare înkar bike. Lê belê wisa dixuyê ku vê carê gel bi biryar e.
Di heyameke ku gefên DYA yên destwerdanê di rojevê de, pêvajoya ‘Bihara Gelan/Bihara Ereban’ destpê kir. Lewre ev pêvajo hat taloqkirin. Ango rêjeya van danekirinan hîn zêdetir di asta devjeniyê û hin pêkûtiyên aborî û dîplomatîk de ma. Piştî ku bi pêşengiya hêzên kurdî li rojavayê Kurdistanê dawî li DAIŞ’ê hat anîn, gefên DYA’yê yên li dijî Îranê dîsa ketin rojevê.
Ji bo ku beriya niha bi pêşengiya DYA’yê di qadên aborî, siyasî, dîplomatîk û hwd. de ambargo danîbû ser Îranê û ev pêkûtiya xwe li ser dewletên cîhanê jî dida ferzkirin, aboriya Îranê heta asteke girîng hate ber xitimandinê. Bi kûrkirin û girankirina van ambargo û dorpêçan re Îran jî weke hemû dewlet û desthilatdaran vegerî hundirê xwe û kêmasiya xwe ya aborî û malî xwest ji civakê derxe. Lewre li welêt şert û mercên debar û jiyanê gelek biha bû. Xizaniya ku jixwe heyî, gihaşt asta birçîbûn û xizantiya ku debar pê neyê kirin. Dîsa civak ku jixwe ji hêla demokrasî û azadiyan de bi astengî û sînordarkirinan re rû bi rû bû, vê carê jî bi birçîbûnê re jî rû bi rû hat hiştin. Ji bo ku dewlet û desthilatdariyê guh neda daxwazên civakê, nerazîbûnên civakê teyîsîna xwe da kolanan û veguherî raperînan.
Her çiqas Îran xwestibe bi destwerdan û rageşiya li Iraqê bertekên hundirîn arasteyî derve bike jî nekarî. Çimkî civak êdî nikare bi vî awayî debar bike, daket kolanan. Ji ber xisleta tundiraw û rûsar a dewlet û desthilatdariyê, li şûna ku guh bide daxwazên civakê; çewisandin û bi zorê sekinandin û belavkirina xwepêşandinan esas girt. Heta niha bi sedan xwepêşandar ku ji bo mafên xwe yên rewa daketî kolanan, hatine qetilkirin. Bi yek gotinê navê vê terora dewletê ye ku Îran serî lê dide!
Ligel qeyran û aloziya li welêt heyî, civakên Îranê xwedî xislet û kevneşopiya şaristaniya demokratîk in. Ji ber pergalên monarşî û desthilatdariya yekperest; berovajiya têgihiştinan, çi kurd, çi belûç, çi ecem-fars, ezerî hwd. gelên Îranê xwedî potansiyel û pêkhateyeke ku demildest ji kirasê dînitiyê yê netewe-dewletê ku lê hatî kirin ji xwe bixe û veguhere xisleta xwe demokrasiyê. Lewre heke Komara Îslamî ya Îranê dest ji hovberî û zordestiya xwe ya li ser civakê berde, dawî li zext û zilma li dijî civakê bîne, dikare ji vê qeyranê bi silametî derkeve. Lê belê heke guh nede daxwazên rewa, ev raperîna mafdar a civakê wê pêşeroja Îranê bixe metirsî û heta dikare bibe ber hilweşînê. Ev jî ne ji bo xêra gelên Îranê, kêra daxwaz û berjewendiyên zirhêzan tê.
Niha halê hazir du pirsgirêkên sereke yên qeyran û aloziya Îranê hene: A yekemîn pirsgirêka uurd e; ya duyemîn pirsgirêka pergalê ya yekperestî û paşverûtî û dij-demokratîk e ku weke bangerekê di ser civakê de diçe û civakê tîne ber fetisînê. Ango du vebijark li pêşiya Îranê hene ku bikare ji vê alozî û qeyranê derkeve. Lewma demildest divê dewleta Îranê dev ji van polîtîkayên xwe yên tundiya li dijî civakê berde û guh bide daxwazên gel ên rewa, bi civaka xwe re aştiyê pêk bîne. Çawa ku çavkaniya hemû pirsgirêkan pergal bi xwe ye, çareserî jî bi heman awayî bi aştiya civakê re gengaz e. Yan na, di serî de Sûriye, gelek mînakên welatên Rojhilata Navîn li ber çavan e ka rê li ber çi bobelat û kerasetê vekir. Rê li ber hilweşîneke wisa vekir ku sed sal jî ser re derbas be encax birînên xwe bipêçin. Em ji dîroka kevnar dizanin ku tu hêz nikare li ber hêrsa civaka exlaqî û polîtîk a ji bo azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê bisekine.