Piştî bombekirina Pirtûkxaneya Ûmût, serfermandarê giştî yê wê demê Yaşar Buyukanit, gotibû, “Ez wî nas dikim, zarokekî baş e.” Seferî Yilmaz, ji bo Buyukanit wiha got: “Welat îro welatekî tarî ye. Tiliya wî jî di vê tarîtiyê de heye. Em heqê xwe lê helal nakin.”
Serfermandarê giştî yê TSK’ê yê berê Yaşar Buyukanit, sê roj berê mir. Tiliya wî di gelek bûyeran de hebû. Yek ji van bûyeran jî li Şemzînanê bombekirina Pirtûkxaeya Ûmût bû ku di 9’ê Mijdara 2005’an de hatibû bombekirin. Buyukanit ji bo Alî Kayayê ku ji sê kesên Pirtûkxaneya Ûmût bombekiribûn yek jê ew bû, gotibû “Ez wî nas dikim, zarokekî baş e.”
Xwediyê Pirtûkxaneya Ûmût, piştî mirina Buyukanit axivî û got ku tenê tiliya wî ne di bûyera Şemzînanê, di gelek bûyerên li herêmê de heye. Yilmaz, destnîşan kir ku piştî Sûsûrlûk, Şemzînan û bûyerên din derket holê ku Buyukanit, çawa ye û wiha got: “Heta bi gotina xwe ya ‘Ez wî nas dikim, zarokekî baş e’ û aqûbeta doza Şemzînanê nîşan didin ku bê tesîra wî çawa ye. Çimkî, doza Şemzînanê piştî vê gotina wî şikil girt. Fermandarê Hêzên Bejahiyî, JÎTEM’vanekî hew qasî ji nêz ve nas dike. Heta Buyukanit û Alî Kaya li Amed û Herêma Federal a Kurdistana bi hev re xebitîne. Li Şemzînanê bersûc li ser sûc hatin zevtkirin, hew qas belge û delîl hebûn, lê belê doz li gor wê gotina Buyukanit şikil girt. Derbarê vî kesî de îdianame hat amadekirin, lê belê nehat zevtkirin û ceza lê nehat birîn û piştî hevdîtina Buyukanit û Erdogan a li Dolmabahçeyê hat xwestin ku ser vê dosyeyê bê girtin. Diviya ev hevdîtin veşarî nemana. Diviya raya giştî zanibûna, lê mixabin her duyan gotine em ê bi xwe re bibin gorê û bi îhtimaleke mezin wisa jî bûye. Heger bi xwe re nebirana gorê, wê niha rewşa Tirkiyeyê pir cuda bûna. Hêvîdar im Buyukanit, berî çûyîna xwe tiştên li Tirkiyeyê qewimîne nivîsandibe.”
Yilmaz wiha got: “Xeberdana li pişt kesekî mirî en rast e. Hin kes di wijdanê gel de tên mehkûmkirin. Welat îro welatekî tarî ye. Tiliya wî jî di vê tarîtiyê de heye. Gotina min a dawî jî, em heqê xwe lê helal nakin.” WAN