Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî 25`ê Mijdarê daxuyaniyek nivîsî da û diyar kir ku têkoşîna wan dê bi ruhê Hevrîn, dayika Eqîde, Amara û Xwişkên Mîrabal bidome
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di derbarê 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de YPJ’ê teqez kir ku têkoşîn dê bi ruhê Hevrîn, Eqîde, Amara û Xwişkên Mîrabal bidome.
Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî 25’ê Mijdarê wiha ye:
“Em di şexsê her sê Xwişkên Mîrabalan de û xwediyên fedekariyên mezin rêhevala me Amara, Hevrîn û kedkara şoreşê dayika Eqîde de tevahî jinên ku di oxira welat, nasname û parastina hebûna civakê de xwe feda kirine bi bîr tînin. Li ser rastiya şehîdên Berxwedana Rûmetê em careke din soza mezinkirina tekoşîna li hemberî hişmendiya desthilatdariyê nû dikin.
Di dîrokê de jinên ku têkoşîn kirine, serî rakirin û bi ruhê berxwedanê li hemberî desthilatdaran û hişmendiya serdest a mêr sekinîne, bi êrîşên herî hovane re rû bi rû mane. Serî rakirin û têkoşîna her sê xwişkan a li hemberî pergala desthilatdar a dewleta Domînîkê xwedî heman rastî ye. Pergala serdest a bi destê mêr hatiye avakirin jinên zane û civaka berxwedêr her tim ji bo xwe xetere dîtiye. Ji bo xwe li ser pêyan bigire bi rêbazên herî qirêj û plangeriyên komploger hewl daye qirkirina çandî, fîzîkî, fikrî û ruhî pêk bîne. Têkoşîna me bi zanebûna van rastiyan derket û bi avakirina hêza parastina jinê re ji bo em bibin tolhildêrên hemû hovîtiyên li ser jin hatine pêkanîn û ketin rêya têkoşînê.
Di serdema ku em dijîn de her ku diçe têkoşîna jinan li seranserê cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn xwe şênber dike. Pergala desthilatdar îro xwe bi hêza zordar li ser pêyan digire. Bi qasî ku bi hêz xuya dike ewqasî jî di rewşa heyî de ber bi hilweşandinê ve ye. Çeka hêzên desthildarê ya van 10 salên dawî de li hemberî civakê û tunekirina nirxên civakî çeteyên hovane ne. Di serî de çeteyên DAIŞ’ê ku bûn tirs û xof a tevahî cîhanê û di bin navên cuda de bi sedan komên çete avakirin. Ev komên çete berhemên aqilê ne yê ku pergala kapîtalîst li ser pêyan digire. Hovîtiya çeteyan di esasê xwe de rûyê veşartî yê netew dewletê ye. Di serî de dewleta tirk a dagirker, qirker û hevkarên wî û tevahî pergala serdest a xwînxwar ê civakê îro careke din di şexsê têkoşînvanên mezin heval Hevrîn, dayika Eqîde, heval Amara û bi sedan rêhevalên me bi biryara têkbirina têkoşîna me daye. Ev biryar biryara tunekirina tevahî nirxên civakê ye. Ev plangerî ya ku di bingeha xwe de tunekirina destkeftiyên şoreşa gelan dike armanc, di 9’ê Cotmeha îsal de hilbijartin ji bo gelên herêmê manedar e.
Em di demeke wisa dîrokî ya têkoşînê de 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Dîrok, careke din di şexsê dayika Eqîde, rêheval Hevrîn û Amara de xwe dubare dike. Dewleta tirk û çeteyên wî ger îro ewqas bi hovane hevalên me şehîd dixe, bi cenazeyê wan dileyîze û vê di medya de belav dike, bi armancekî dike. Ev asta hovîtiya hêzên serdest îfade dike. Ji bo wê em dibêjin li hemberî vê hovîtiya mezin, ger îro jin dixwazin roja 25’ê Mijdarê bigihînin wateyeke mezin a tekoşînê û veguherînin destpêkeke nû pêwîstî bi hevgirtineke hîn xurt a ruhî heye. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe ger ku jinek, komek an rêxistineke jin ji bo azadiya jinê û civakê têkoşîn dimeşîne, pêwîst e hemû jin berê xwe bidinê û xwedî lê derbikevin. Têkoşîna azadiyê çiqas mezin û fireh bibe ewqas tundî ango bi navê din dagirkerî biçûk dibe.
Li ser vê bingehê em bang li hemû jinên cîhanê dikin û dibêjin, em destê xwe bidin hev û li hemberî dagirkeriya îro li ser jinên bakur-rojhilatê Sûriyeyê û li deverên ku xeteriya dagirkeriyê û tundiyê tê kirin dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna her sê xwişkan îro veguheriya têkoşîna bi hezaran jinan. Ji bo em destkeftiyên têkoşîna jinan daye biparêzin, çi berdêl ji me tê xwestin em ê bidin. Em ji bo hêviyên her sê xwişkan, têkoşîna dayika Eqîde, rêheval Hevrîn, Amara û bi hezaran şehîdên me pêk bînin. Em di çarçoveya şerê parastina rewa de li hemberî dagirkeriyê bisekinin û têkoşîna xwe hîn bilind bikin.
Bi vê bîr û baweriyê em bi rasthatina roja 25’ê Mijdarê, têkoşîn û fedekariya jinan û dayikên me raber dikin bi rêzdarî silav dikin û soza me daye şehîdan careke din nû dikin.”