PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

HRE’yê li Efrîn û Ezazê rêzeçalakî pêk anîn

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de  li Efrîn û Ezazê rêzeçalakî pêk anîn. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 2 jê giran 10 dagirker jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di çarçoveya çalakiyên xwe yên tolhildanê yên li herêma Efrîn û Ezazê yên li dijî artêşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê de, rêzeçalakî li dar xistin.

HRE’yê da zanîn ku hêzên wan li dijî hêzên dagirker rêzeçalakiyên bibandor pêk anîn û kite kitên çalakiyan wiha parve kirin: “Di 23’yê mijdarê de hêzên me li gundê Meryemîn ê Şera ya Efrînê li dijî baregeheke artêşa tirk a dagirker çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 jê giran, 7 leşkerên dagirker birîndar bûn.”

Di berdewamê de jî HRE’yê ev agahî dan: “Di 23’yê mijdarê de hêzên me li gundê Xezewî yê Şêrawayê li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de çeteyê bi navê Îbrahîm Mûsa El Elî ê ji Idlibê hate kuştin. Di heman rojê de hêzên me li derdora Ezazê çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de 3 çete birîndar bûn. Piştî çalakiyên hêzên me, artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malîkiye, Merenaz, Şewarxa, Kela Şewarxa û Elqamiyê yên Şerayê topbaran kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar