Navenda Yeksaniya Zayendî li Zanîngeha Silêmaniyê bi minasebeta 25’ê Mijdarê şitlên daran hatin çandin
Têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinan çalakiyên jinan li başûrê Kurdistanê didomin. Di vê çarçoveyê de Navenda Yeksaniya Zayendî li Zanîngeha Silêmaniyê 30 şitlên daran hatin çandin
Navenda Yeksaniya Zayendî di sala 2010’an li Zanîngeha Silêmaniyê bi armanca wekheviya jin û zilam hatiye damezrandin. Nûnerên her kolejekî zanîngehê di nava xebatan de cih digirin. Navenda Yeksaniya Zayendî wê heta 10’ê kanûnê çalakiyên wekî semîner, werzîş, çalakiyên hevbeşî senter û panel lidar bixin. Di van çalakiyan de rêxistinên jinan û saziyên civakî jî cih digirin. Bi armanca 25’ê Mijdarê îro destpêkirina yekem çalakiya bernameya Navenda Yeksaniya Zayendî bû. SILÊMANÎ