Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Zextên li ser HDP’ê

Ji 2015’an vir ve dewleta tirk konseptek qirkirinê li ser hemû kurdan dimeşîne. Bê guman di nava vî  polîtîkayên giştî de ji bo HDP’ê jî polîtîkayek hatibû diyarkirin. Dixwestin di aliyê siyasî de HDP bi fetisînin û bê mecal bêlin, ji aliyê siyasî ve tevgera gelê kurd tengav bikin. Ji ber vê yekê jî di serî de serokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, gelek parlementer, şaredar û endamên HDP’ê hatin girtin. Ev hejmar bi hezaran tê îfadekirin. Li hember vê yekê ne HDP û îrade û çanda têkoşîna gelê kurd buna tu kes nikaribû xwe li ser pêyan bigire. Lê HDP bi têkoşîn û berxwedanê vê konseptê vala derxist. Di hilbijartinên 24’ê hezîranê de bend derbas kir û ji hemû kesî re daxuyakirin ku wek berê yek mîlim bi paşve gav navêtiye. Dîsa bi stratejiyek pir xurt, hilbijartinên 31’ê adarê de bi faşîzma AKP û MHP’ê da windakirin. Ji aliyê siyasî ve darbeyek giran li AKP’ê xist. Hemû kes niha têkçûna AKP’ê nîqaş dike.

Piştê hilbijartinan faşîzma AKP û MHP’ê ji bo HDP’ê konseptek din ava kir. A niha vî konseptî bi rengên cuda cuda li pêş dixe. Pêşî qayûm avêtin li ser her sê şaredarên bajarê mezin. Paşê ji dayikên leşker polîs û hîn ku zarokên wan winda ne û ne diyar in, anî li ber mekteba siyasî ya HDP’ê yên Amedê. Vê yekê bi rojan di asta herî bilind de wek amûrek ji bo propaganda bikar anîn. A niha jî yek bi yek şaredaran qeyûman diavêjin û her roj endamên HDP’ê tên girtin. Paşê bi yek destî li ser tora civakî nîqaşên Sinê Millet hatin destpêkirin. Ki, bi çi armancî vê yekê da destpêkirin ne diyar e. Bê guman mijarê nîqaşê ye ev yek . Lê ya herî girîng a herî girîng konsepta li ser HDP’ê mirov fam bike û vala derxe.

Di vî konseptî de tenê AKP nîne gelek partî û saziyên din jî hene. Bê guman AKP dixwaze bi zilm zor û zextan HDP pasîfîze bike. Îhtîmal e di rojên pêş de van zextan derxe asta herî jor û HDP bigirin jî. Ev yek jixwe diyar e. A girîng ew e ku mirov leyîstikên partî û rêxistinên din bibîne. CHP dixwaze aliyên HDP ên çepgir sosyalîst Sosyal Demokrat bikişîne cem xwe. Ji bo vê yekê lestikan li ser HDP’ê dileyîze. Partiya Saadet, Davutoglu û Babacan jî dixwazin kurdên muhafazakar bikişînin cem xwe û bin HDP’ê vala bikin. Armanca hemûyan ev e ku HDP û kurd dibin bende de bimînin û rayên kurdan bikişînin cem xwe. Gelek rayedarên HDP’ê vê yekê baş bibînin û di demên pêş de li gor vê yekê hîn guhertinan çê bikin û gavan biavêjin. Tenê li cihê xwe sekinandin û li benda hîn tiştan bimînin wê xetere çêbibe. Ji ber vê yekê li hember vê konseptê gelek hemleyek berfireh û mezin bidin destpêkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar