Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî der barê feraseta qeyûman a li dijî zimanê kurdî diyar kir ku êrîşa li ser destkeftiyên kurdî perçeyekî siyaseta dewletê ye înkarê ye. Her wiha Cizîrê destnîşan kir ku divê partî, sazî û gel her tim bi kurdî biaxivîn û xwedî li zimanê xwe derkevin
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî têkildarî feraset û polîtîkayên qeyûmên tayînî şaredariyên HDP’ê hatin kirin rexne kir û diyar kir ku êrîşa qeyûman a ser destkeftiyên kurdî perçeyekî siyaseta dewletêye.
Cizîrî gotinên rayedaran ên ‘Em û kurd birayên hev in’ jî rexne kir û ev tişt anî ziman: “Her çiqas rayedarên dewlet bêjin ‘Em û kurd birayê hev in. Tu pirsgirêka me tune’ jî em dibînin ku gotinên wan li dijî rastiyan e. Gotin û emelê wan ne yek e. Heke rastî em birayê hev bin û pirsgirêka wan bi kurdan re tune ye wê demê tiştên nîşaneya kurdî lazim e dewletê piştevaniya wan bikira. Dema kurdan tiştek xwest diviya bû pêk anîbûna. Lê em dibînin ku ev helwesta wan a nêzîkatiya ziman û çanda kurdî sîstematîk e. Ankû tehamul nakin.”
Di axaftina xwe de Cizîrî da zanîn ku rayedarên dewletê berê digotin ‘zimanê kurdî tune ye’ û wiha domand: “Lê niha dibînin ku televîzyon, rojname hene, pirtûk tên nivîsandin û gelek çalaki bi zimanê kurdî tên kirin. Nema karin bêjin tune ye vêca asteng dikin. Ji ber wê yekê ev qeyûmên ku nû tên gelek caran peyamên dewletê didin. Dixwazin xwe bi rayedarên dewletê şêrîn bikin. Bêjin vaye em hinek tiştan dikin. Em bêjin şaredariya Cizîr, Bismil, Bedlîsê yan bajarekî din dema tabelayek daxist dê wê bi çi serxî. Ma dikare bêjin zimanê kurdî tune ye yan jî kêrî nivîsîn, axaftin û çalakiyan nayê. Yanî xwedî gelek nakokî ne.”
‘Bi zimanê din biaxivin kes tiştekê nabêje’
Cizîrî anî ziman ku anî ziman ku carna alîgirên dewletê tênagihin çima li dijî zimanê kurdî ne û wiha pêde çû: “Heta niha serdestên tirkan digotin zimanê kurda tuneye. Lê dibînin ku heta niha zimanê me zimanekî baş e çalak e stran tên gotin rojnamevanî tê kirin, lêkolîn tên kirin xebatên ilmî çêdibin ji ber wê tehamul nakin. Dewlet bi kurdî 24 saetan weşana televîzyonê dike, di beşên zanîngehê de kurdî heye, kurdî dersa bijarte jî hatiye qebûlkirin. Bes hêj jî tirk kurdekî ku bi kurdî biaxive bi çavekî gelek xirab lê dinêrin. Bi zimanekî din biaxivin kes tiştekê nabêje. Lê dema tu kurdî axivî bi çavekî din li te dinêrin. Ev nîşaneya dewlet û miletê tirk hêj meseleya kurda di hundirê xwe de qebûl nekiriye. Ji ber wê yekê jî bi ya min gereke ku gelê kurd bi israr bin di meseleya zimanê xwe de.”
‘Divê partî û sazî bi kurdî bijîn’
Her wiha Cizîrî destnîşan kir ku wek gelê kurd divê xwedî li zimanê xwe derkevin û wiha bi dawî li axaftina xwe anî: “Kurd xwedî li zimanê xwe dernakevin. Bi zimanê xwe çalakiya nakin. Navê zarokên xwe dikin Berxwedan lê bi tirkî pê re diaxivin. Dikanekê vedike navê wê bi tirkî ye, sohbeta wan bi tirkî ye. Divê em li kurdî xwedî derkevin. Bila her kes fêr bibe. Ev zimanê me ye, divê em fêr bibin. Difikirim û hîs dikim wê çaxê wê qelsiyek çêbibe. Divê partî û sazî li ziman xwedî derkevin.” AMED