Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kalkan: Em di Serdema Stratejîk a Çaremîn de ne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan pêvajoyên berî avabûna PKK’ê, avabûn û piştî wê weke çar serdemên stratejîk pênase kir û qala taybetmendiyên leşkerî, siyasî û civakî yên serdema çaremîn a stratejîk kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Kalkan destpêkê salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel, dost û hevrêyan pîroz kir û şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî.

Kalkan destnîşan kir ku PKK tevgereke zanistî ye û wiha got: “Li gorî pêwîstiyên felsefe û îdeolojiyê tevdigere, li gorî pêwîstiyên siyaset û leşkeriyê tevdigere. Di zanistiya siyaset û leşkeriyê de du hêmanên bingehîn hene ku ew jî stratejî û taktîk in. Ji ber vê yekê PKK a ku 41 sal in li qada leşkerî û siyasî heye di demên cuda de stratejî û taktîkên cuda esas werdigirin.”

Dema stratejik a çaremîn

Kalkan anî ziman ku Rêbertiya PKK’ê jî li ser van esasan hewl da têkoşîna siyasî û leşkerî ya PKK’ê bi pêş ve bibe û wiha domand: “Di nava 41 salên derbasbûyî de PKK di nava çar serdemên stratejîk de derbas bû. Niha di serdema çaremîn a stratejîk de ye ku rêya stratejîk a PKK’ê ya ji sala 2010’an û pê ve îfade dike. Ev yek jî weke ‘Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî’ pênase kir.”

Serdema stratejîj a yekemîn

Di axaftina xwe de Kalkan da zanîn ku Serdema Stratejîk a Yekmîn weke stratejiya têkoşînê ya liser bingeha ‘tundiya şoreşgerî ya li dijî kes û saziyên sîxur’ dikare bê pênasekirin û ev tişt anî ziman: “Rêber Apo di ‘Rêya Şoreşa Kurdistanê’ de weke stratejiya pêvajoya partîbûnê pênaseyeke wiha kir. Rêber Apo qetilkirina hevrê Hakî Karer a 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê weke destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî ya têkoşîna siyasî û leşkerî pênase kir. Her wiha PKK xwe gihand karker, kedkar, jin, ciwanan û her beşên civakê, rêxistiniya xwe xurt kir û di navbera salên 1977 û 1980’î de weke partiyeke şoreşger a pêşengê têkoşîna azadiyê ava bû.”

Serdema stratejik a duyemîn

Kalkan diyar kir ku pêvajoya ji 12’yê Îlona 1980’î heta Adara 1993’yan dikarin weke Serdema Stratejîk a Duyemîn pênase bikin û destnîşan kir ku ew serdema stratejîk ji darbeya 12’yê Îlona 1980’î dest pê dike heta agirbesta 1993’yan berdewam kir û wiha pêde çû: “Ji bo Serdema Stratejîk a Duyemîn em dibêjin ‘Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj’. PKK’ê di konferansa xwe ya yekemîn de ev nîqaş kir, analîza wê ya teorîk kir û biryar wergirt. Piştre jî di pirtûka ‘Rola Zorê ya li Kurdistanê’ xeta têkoşîna stratejîk a vê yekê bi rengekî pirrengî rave kir.”

Kalkan got ku bi darbeya 12’yê Îlonê de şert û mercên têkoşîna siyasî, îdeolojîk û rêxistinî li Tirkiyeyê û Kurdistanê nema, derfetên herî biçûk jî bi darbeya 12’yê Îlonê re ji holê hatin rakirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku derfetên legal bi temamî ji holê hatin rakirin, hingî neçar man ku bi rengekî îllegal bixebitin. Ger derfetên karê îdeolojîk û siyasî ji holê hatibe rakirin hingî divê tu bi rengê leşkerî bixebite. Li dijî êrîşa leşkerî ya ku darbeya 12’yê Îlonê ferz kir PKK’ê jî stratejiya xwe weke ‘Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj’ pênase kir. Bi çalakiyên 15’ê Tebaxa 1984’an ên li Dihê û Şemzînanê re xeta stratejîk li bakurê Kurdistanê kete meriyetê û şerê gerîla yê bênavber dest pê kir.”

Dawiya stratejiya ku bi Konferansa Yekemîn hate ragihandin

Di berdewamê de Kalkan bi bîr xist ku piştî Serokkomarê tirk Turgut Ozal kete dewrê di Adara 1993’yan de agirbest hate ragihandin û wiha got: “Agirbest dawiya stratejiya ku bi konferansa yekemîn re hatibû ragihandin bû. Ji ber ku li gorî wê stratejiyê wê sîstema dewletê bihata hilweşandin û dewleteke nû ya ku pirsgirêka kurd çareser dike bihata avakirin. Agirbest li şûna hilweşandina dewletê, guhertina wê ya bi rengekî demokratîk weke armanc danî pêşberî xwe. Armanc guhertin bû. Lewma Rêbertiya PKK’ê dixwest rê û rêbazên vê yekê diyar bike.”

Kalkan ragihand ku ji ber komploya 9’ê Cotmeha 1998’an û komploya 15’ê Sibata 1999’an guhertina stratejîk ancax di Kongreya 7’emîn a PKK’ê de ya sala 2000’î pêk hat.

Kalkan destnîşan kir ku ‘Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj’ hate guhertin û ‘Stratejiya Têkoşîna Siyasî ya Demokratîk’ esas hate wergirtin ku navenda wê têkoşîna li Îmraliyê bû û diyar kir ku pêvajoyeke nû ya têkoşîna stratejîk ji çileya 2000’î heta hezîrana 2010’an di nava stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk dom kir ku ev yek têkoşîna siyasî ya demokratîk bû.

Taybetmendiyên 2009’an

Kalkan bi bîr xist ku di hilbijartinên xwecihî yên 29’ê Adara 2009’an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ji sedî 70’ê deng li Kurdistanê wergirt, piştre PKK’ê agirbest careke din ragihand û diyar kir ku ew dixwaze derfetan pêşkêşî çareseriya siyasî ya demokratîk bike û ev tişt diyarkir: “Desthilatdariya AKP’ê ji ber ku li pêşberî vê yekê tengav bû gotina ‘Vebûna kurd, vebûna demokratîk’ xist rojevê. Rêber Apo jî li pêşberî vê yekê ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka kurd ‘xetek rêveçûnê’ diyar kir û di 15’ê Tebaxa 2009’an de pêşkêşî hikûmeta AKP’ê kir.”

Serdema stratejîk a çaremîn

Kalkan ragihand ku bi van gavên taktîkî maskeya li rûyê rêveberiya AKP’ê kete xwarê û AKP’ê ji bo tunekirina mercên têkoşîna siyasî demokratîk darbe kir.

Kalkan bi bîr xist ku Ocalan ev yek weke ‘Darbeya 17’ê Mijdarê’ pênase kir û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku şert û mercên têkoşîna siyasî ya demokratîk nema PKK neçar ma stratejiyê biguherîne. Pêvajoya nû ya siyasî û leşkerî ya hikûmeta AKP’ê nirxand û ragihand ku ew dawî li Serdema Stratejîk a Sêyemîn tîne û dest bi Serdema Stratejîk a Çaremîn dike. Yanî ragihand ku wê bi ‘Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî’ têbikoşe. Ev stratejî deh sal in jî didome.”

Di axaftina xwe ya dawî de Kalkan destnîşan kir ku di pêvajoya ‘Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî’ de ew dixwazin pêşengiya gerîla xurtir bikin, hişmendî, perwerde û rêxistiniya xweparastinê ya civakê bidin pêş, li dijî êrişên faşîst qirker ên girtin û tunekirinê berxwedana çekdarî ya xwe dispêre gerîla û xweparastinê mezin bikin, li gel vê yekê çalakiyên gel pêk bînin, siyaseta demokratîk û hevdîtinan jî weke şêweyên têkoşînê yên di asta duyemîn û sêyemîn de bimeşînin û wiha bi dawî kir: “Şerê gerîla yê li çiyê, şerê xweparastinê yê li bajêr, şerê li deştê, berxwedan û çalakiyên li bajaran bi rêbaza gerîla hatin kirin. Rêbazên têkoşînê yên bingehîn ên navbera salên 2005 û 2010’an piştî 1’ê Hezîrana 2010’an ketin asta duyemîn û sêyemîn.” Salîh Dogan / BEHDÎNAN

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar