Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘PKK ji bo kurdan navê hebûnê ye’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Komîteya Rêvebir a PKK’ê bi wesîleya salvegera 42’yemîn damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku PKK ji bo kurdan navê hebûnê ye û hat diyar kirin ku ji bo yekitiya kurdan çi pêwist bike dê bi cih bînin

Bi wesîleya salvegera 42’yemîn damezrandina PKK’ê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Komîteya Rêvebir a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyan de 42’yemîn salvegera PKK’ê li hemû gelê kurd hat pîrozkirin û hat gotin ku PKK ji bo kurdan navê hebûnê ye.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku PKK dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn guhertiye û wiha got: “Salvegera 41’emîn a damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, gelê me, dostên me û şervanên azadî û demokrasiyê pîroz be. Tevî dema xwe ya komê PKK xwedî dîrokek ji 47 salan e. Di nava 47 salan de em ên ku şehîd bûne bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Rêber Apo PKK weke partiya şehîdan pênase kir. Nirxên ku PKK’ê afirandin, bi pêşengiya Rêber Apo ji aliyê şehîdan ve hatin afirandin. Pîvanên têkoşînê û jiyana sîstema KCK’ê jî ji aliyê şehîdên me ve hatine afirandin. Pîvanên ku şehîdên me afirandin wê ji niha û pê ve jî bibin pêşengên têkoşîna me ya azadiyê û gelê me. Destketiyên ji niha û pê ve dê bi pêşengiya Rêber Apo û nirxên şehîdan bên bidestxistin.”

KCK’ê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê gelekî li ber mirinê rakirin ser pêyan û ev tişt anî ziman: “Di nava şert û mercên ku hêvî nema bû, di rewşekê de ku tu derfet nebûn tenê xwe spartin gelê me û bi rê ve çûn. Bi pîvana ‘hêza herî mezin hêza xwe bi xwe ye’ her tişt ji tunebûnê bi rêxistin kir, di nava şert û mercên bêderfetiyê de têkoşiyan. Bi têgihiştina ‘yên ku bêderfetiyê ji xwe re bikin hinceta têkoşînê wê têk neçin’ di asteke ku tu hêza siyasî ne li bendê bû di demeke kurt de pêşketinên mezin afirand. Gelê me bi taybetî jî ciwan li dora Rêber Apo li hev civiyan, ji bo hebûnê û jiyana azad ketin nava têkoşîneke mezin. Apoyî û PKK bi rengekî mûcîze veguherîn hêzeke ku rewşa siyasî ya li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diyar bikin. Rêxistina îstîxbaratê ya DYE’yê CIA’yê hîn di sala 1979’an de ji hikûmeta xwe re ragihand ku PKK li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo wan û hevkarên wan rêxistina herî metirsîdar e.”

‘Rêber Apo serdema gelan afirand’

Di berdewama daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hat gotin: “PKK beriya her tiştî kir ku ciwan, jin û gel bi xwe piştrast be. Hêviya ji bo bidesxistina azadiyê mezin kir. Weke tevgereke ciwanan dest bi têkoşînê kir, ev dînamîzma ciwanan pêşkêşî tevahiya kurdan kir û tevgereke gel afirand ku ciwan li refên herî pêş in. PKK ku bi baweriya ji hêza xwe û dînamîzma ciwantiyê dest bi têkoşînê kir, li dijî darbeya faşîst a leşkerî ya 12’yê Îlonê li ser pêyan ma; di dema ku faşîzmê xwe herî zêde xurt didît di sala 1984’an de dest bi têkoşîna gerîla kir. Bi gurzê Rustemê Zal derb li mêtingeriya qirker xist.

Di sala 5’an a têkoşîna gerîla de serhildan li Kurdistanê afirand û bi vî rengî şoreşa demokratîk, şoreşa civakî, şoreşa siyasî, şoreşa neteweyî û şoreşa çandî dest pê kir. Vê şoreşê bi dehan salan bênavber dewam kir; rastiya gelê kurd ku evîndarê jiyana demokratîk û azad e afirand. Jinên ku mîna Kurdistanê çarenûsa wan tarî bû rakir ser pêyan û bi şoreşa civaka azad û kesayetê azad mizgîniya destpêkirina şoreşa demokratîk a li Rojhilata Navîn ragihand.

PKK ji bo kurdan navê hebûnê ye. Gelê Kurdistanê li her deverê dirûşma ‘PKK gel e gel li vir e’ diqîre. Rêber Apo ne tenê ji aliyê kurdan ve her wiha ji aliyê gelên Rojhilata Navîn hemûyan ve weke Rêberê azadî û demokrasiyê tê dîtin. Têkoşîna ku Rêber Apo û PKK pêşengiyê jê re dike niha li Rojhilata Navîn hemû civakên cuda yên etnîkî û baweriyan li hev kom kir û bi vî rengî serdema gelan afirand ku wê serdema şaristaniya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk bîne. Çarenûsa gelan wê êdî ji aliyê hêzên modernîst kapîtalîst û hevkarên wan ên ji ber sîstema mêtinger, dewletperest û desthilatdarîparêz ên 5 hezar salî mane neyê diyarkirin, çarenûsa Rojhilata Navîn fê ji aliyê gelan ve bê diyarkirin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Rêber Apo û 47 salên PKK’ê kir ku gelên Rojhilata Navîn bibin xwedî serdema xwe. Rêber Apo û xeta PKK’ê ku di vê astê de enteransyonal bûne aşkera ye ku wê ji niha û pê ve jî serketinên mezin biafirîne.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em soza xwe dubare dikin ku di xeta Rêber Apo û PKK’ê de di sala 42’yemîn de em ê têkoşînê geş bikin û Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bînin. Em Rêber Apo careke din silav dikin û bi soza pêkanîna hesretên şehîdan wan careke din bi minet bi bîr tînin.”

‘PKK dê ji bo yekitiya kurdan peywirên xwe bi cih bîne’

Bi heman armancî Komîteya Rêvebir a PKK’ê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir: “PKK di 22 salên dawîn de li hemberî êrîşên dagirker ên navneteweyî û pergala qirkirinê ya Îmraliyê berxwedana şoreşgerî bi rê ve dibe. Li ser vî esasî komploya navneteweyî ya ku DYE birêxistin kiriye, ji binî ve parçe kiriye û hemû rûpoşên Komara Tirk xistiye erdê, di şexsê dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê rastiya dijmin a qirker û mêtinger derxistiye holê û ev feraset aniye ber têkçûnê.

Pêşengê azadiya gelê kurd PKK, di salvegera xwe ya 41’emîn a fermî de ye. Em dikevin sala 42’yemîn a PKK’ê. Li her qadê nîqaşên kûr û pîrozbahiyên bi coş tê kirin. Li ser vî esasî ya Rêber Apo di serî de, em Cejna Partiyê ya hemû rêheval, gel û dostên xwe yên şoreşger û demokratîk pîroz dikin û di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazin. Em nêzî 40 hezar şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan bi ser bixînin û em ê wan bidin jiyîn.

Wekî ku tê zanîn PKK dibe partiyeke Rêbertî û şehîdan. Ji serî ve bi felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan xwe ava kiriye, fikr û taybetiyên wî yên kesayetiyê ji xwe re kiriye mînak, pîvanên îdeolojîk û tarza wî wergirtiye û bûye berhema ked û hewldana ku qet naqede. PKK di sala 42’yemîn de milîtaniya xeta Apoyî, şoreşgeriya fedaî û welatparêziya hevgirtî wê bêtir bi pêş bixe.

PKK 41 salên têkoşîna xwe li hemberî dijwarî û bêderfetiyan derbas kiriye. Li hemberî êrîşên îmha û tasfiyeyê ya dewleta tirk a mêtinger û qirker, her dem li ber xwe daye û dîrokê ev geşedan derxistiye holê. Ligel evqas zext û dijwariyan dev ji xeta xwe ya hebûn û azadiyê bernedaye û jê dûr neketiye. PKK ne tevgera derfetên madî yên mezin e, ew bûye tevgera dijwarî û bêderfetiyan. Her tiştê xwe bi têkoşînê bi dest xistiye. Ji ber vê jî divê nirxa destkeftiyên PKK baş were zanîn. Di 50 salên dawîn de li Kurdistanê li ser navê azadî û demokrasiyê di bin hemû geşedanan de îmzeya Rêber Apo û PKK’ê heye.

PKK di 22 salên dawîn de li hemberî êrîşên dagirker ên navneteweyî û pergala qirkirinê ya Îmraliyê berxwedana şoreşgerî bi rê ve dibe. Li ser vî esasî komploya navneteweyî ya ku DYE birêxistin kiriye, ji binî ve parçe kiriye û hemû rûpoşên Komara Tirk xistiye erdê, di şexsê dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê rastiya dijmin a qirker û mêtinger derxistiye holê û ev feraset aniye ber têkçûnê. PKK bi guherandina paradîgmayê re Teoriya Modernîteya Demokratîk ava kiriye, bi paradîgmaya civaka azadîxwaz, azadiya jinê diparêze û ekolojîk ji bo hemû bindestan rêya rizgariyê vekiriye. Şoreşa li Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’yan û pratîka bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûye sepandineke girîng a vê xetê.

PKK di sala 41’emîn de li hemberî ferasea faşîst, mêtinger û qirker, li ser bingeha stratejiya şerê gel a şoreşger berxwedaneke mezin bi rê ve biriye. Li hemberî biryara DYE’yê ya di 6’ê Mijdara 2018’an de ya nûkirina komployê û li hemberî tecrîda li Îmraliyê li derdora Greva Birçîbûnê ya Mezin a di 7’ê Mijdara 2018’an de pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ daye destpêkirin. Li ser vî esasî piştî 2’yê Gulanê deriyê Îmraliyê hatiye vekirin û di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê û 23’yê Hezîranê derbeke giran li faşîzma AKP û MHP’ê daye.

Bêguman yek ji parçeyekî girîng ê berxwedana 41 salan jî berxwedana li hemberî êrîşên li ser Rojava ye. Li hemberî êrîşên dagirker ên AKP û MHP’ê yên ku DYE û Rûsya piştgiriyê didin, gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hêzên xweparastinê 45 rojan li ber xwe dane û başûrê Kurdistanê di serî de li her dera dinyayê xwedî li vê berxwedanê hatiye derketin.

Niha li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ya sala 42’yan li Rojava û Başûr berxwedana şerê gel ê şoreşgerî didome. Şerê di navbera dewleta tirk û PKK’ê asta herêmî derbas kiriye û gihiştiye asta gerdûnî. Bêguman ev rewş derfetên çareseriya doza kurdan zêdetir dike. Ev diyar dike ku xetereyeke mezin jî li pêş me ye. Di vê çarçoveyê de faşîzma AKP û MHP’ê bi piştgiriya pergala desthilatdar û dewletparêz dixwaze PKK’ê têk bibe û qirkirina kurdan bi ser bixîn. Ji bo ku vî tiştî bike jî her cure qetlîam û êrîşan dike. Ji bo pêkanîna hebûna kurdan û azadiya wê divê ev êrîşkarî were şikandin û feraseta faşîst û mêtinger a ku dijminatiya kurdan dike jî were têk birin. Ev jî pêkhatina yekitiya demokratîk û neteweyî ya Kurdan dikare pêk were.

Yekitiya Neteweyî

PKK di sala 42’yemîn de ji bo geşkirina berxwedana azadiyê û avakirina yekitiya demokratîk a kurdan, careke din diyar dike ku wê hemû peywirên dikeve ser milê wê, pêk bîne. Li ser vî esasî em bang li hemû partî û rêxistinên kurdan, hunermend, ronakbîr, jin û ciwanên kurd dikin ku bila derfetan bibînin, li ser esasê Kongreya Neteweyî tifaq û yekitiya xwe ava bikin û ji bo azadiyê bi hev re bixebitin.

Ev bûyerên dawîn diyar dike ku qedera gelê kurd a gelên herêmê û ya hemû mirovatiya bindest wekî hev e. Qirkirin û mêtingeriya li ser Kurdistanê, Tirkiye di serî de li ser gelên Îran, Iraq û Sûriyeyê dibe faşîzm û pêkutî. Berevajî vî tiştî têkoşîna azadiyê ya ku gelê kurd ava kiriye, Tirkiye di serî de li Iraq, Îran û Sûriyeyê demokrasiyê bi pêş dixe û cîhaneke din a demokratîk ava dike. Li ser vî esasî PKK Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê di serî de hemû berxwedanên gel ên demokratîk ên li Rojhilata Navîn silav dike.

Sala 42’emîn a PKK’ê wê bibe sala ku feraseta faşîst, mêtinger û mêrserwer were hilweşandin, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li ser xeta azadiya jinan were geşkirin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya bi xeta azadî û têkoşîna Apoyî xwe ava kiriye, wê bêtir pêşengiyê ji têkoşîneke wisa re bike.

Li ser vî esasî em careke din sala 42’yemîn a PKK’ê silav dikin, Cejna Partiyê û Vejîna Neteweyî ya hemû kesan pîroz dikin. Em bang li hemû rêheval, jin, ciwan û gel û dostên xwe dikin ku di sala 42’yemîn a PKK’ê de em li hemberî siyaseta faşîst û mêtinger, têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê geştir bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar