PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Kocaeliyê 20 kes hatin binçavkirin

Li Kocaeliyê polîsan endam û rêveberên HDP’ê û parêzer jî di nav de bi ser gelek malan girtin û zêdetirîn 20 kesan binçav kirin. Di dema serdegirtina de polîsan ala tirk li avahiya navçe û bajar a HDP’ê de daliqadin

Di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve hatibû vekirin de, polîsan li seranserê Koacaeliyê û navçeyên wê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de polîsan, Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Kocaeliyê Leyla Aygun, endamên Meclisa Partiyê ya HDP’ê Mehmet Yalçinkaya û Engun Guleser, hevserokên rêxistinên navçeyan û parêzer jî di nav de 20 kesan binçav kirin.

Hat diyarkirin ku polîsan kesên binçavkirine bi xwe re birine Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê.

Her wiha polîsên tirk dema bi ser avahiya bajêr û navçeyê yên HDP’ê de girtin ala tirk li panoyan daliqandin.

Navê kesên Kesên hatine binçavkirin wiha ne: Endamên Meclisa Partiyê ya HDP’ê Mehmet Yalçinkaya û Engun Guleser, Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Kocaeliyê Leyla Aygun, Hesabgirê HDP’ê ya Bajar Îrfan Demîrkaya, Hevserokê Navçeya Dîlovasî Abdûlkadîr Demîr, Hevserokê Navçeya Daricayê Kûtbettîn Guneysû, Hevseroka Navçeya Çayirovayê Emîna Karaaslan û endamên HDP’ê Ebûbekîr Çoban, Osman Kûrûm, Parêzer Zakîre Dundar Aydin, Meryem Ûslû, parêzer Yuksel Genç, Damla Bagcı, Mekiye Aydin, Mehmet Karaaslan, Kûdret Davutoglu û Hasret Erdem, Melek Yerkan, Tekîn Gur û Şenol Taşdemîr. KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar