Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Temellî: Ji tifaqa AKP-MHP’ê re êdî bes e

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku êrîşên li dijî partiya wan her ku diçe zêde dibe û da zanîn ku îktîdara AKP-MHP’ê êdî di qada siyasî û aborî de nikare welat bi rêve bibe û wiha got: “Ji bo siyaseta demokratîk û Tirkiyeyek demokratîk êdî hilbijartina pêşwext lazim e. Ji ber vê yekê ji tifaqa AKP-MHP’ê re êdî bes e. “

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe de geşedanên di nava hefteyê de nirxandin. Di civînê de dayik û malbatên ku cenazeyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê derxistine û birine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, amade bûn.

Temellî destpêka axaftina xwe de yek ji pêşengê THKO Teslîm Tore yê li penaberiyê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got ku ew bi hurmetî bejna xwe li ber têkoşîna wî ditewînin.

Temellî bal kişand ser tundiya polîsan a li dijî çalakiya jinên bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya Li ser Jinan ku li Taksîmê pêk anîn û wiha got: “Jin di çarçoveya 25’ê mijdarê de hatin cem hev. Polîsan dîsa bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş kirin. Di roja têkoşîna li dijî tundiyê de dîsa tundiya polîsan a li ser jinan hebû. Li şûna cînayetên 350 jinan asteng bikin, êrîşa li ser jinan berdewam dikin. Mêrê serdest ku çavkaniya siyaseta tundiyê ye, carek din xwe nîşan da. Ev hikûmet di tu mijarê de ne ji dil e. Vê îktîdarê hişmendiya tundiya li dijî jinê ya di serê xwe de mezin kiriye.”

Cenazeyan li goristana bêkesan defin kirin

Di dewama axaftina xwe de Temellî bal kişand ser cenazeyên endamên PKK’ê yên ku leşkerên tirk bi fermana dozgeriyê di 19’ê kanûna 2017’an de ji Goristana Xerzan a Bedlisê derxistin û wiha domand: “Cenaze birin li Goristana Bêkesan a Kilyosê defin kirin. Îktîdara AKP’ê bûye hikûmeta ku dest datîne ser cenazeyan, goristanan bombe dike, êrîşî darbestan dike. Hestiyan nadin malbatan, bedenên mirî nadin malbatan. Ev ji bo malbatan îşkenceya herî mezin e. Em vê tundiyê qebûl nakin.”

Li girtîgehan îşkence heye

Temellî bal kişand ser rewşa girtiyên li Girtîgeha Osmaniye yên ku ji ber mafê wan tê binpêkirin û ketina greva birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Ji gelek girtîgehan heman agahî tên. Li girtîgehan îşkence heye. Em bang li Wezîrê Dadê dikin. Divê bila bi lez çareseriyê pêş bixin. Her roj agahiyên trajedîk ji bakur û rojhialtê Sûriyeyê tên. Di demên dawî de reklama SÎHA dikin. Xizmê qesrê SÎHA ava dikin. Wekîlê AKP’ê yê berê TOMA ava dikin. Hemû xizmên Erdogan û qesrê siyaseta şer û bazirganiya şer dikin. Ev lobiya şer e. Hemû hişmendiya nijadî û xwecihî di encama bakurê Sûriyeyê de pêş xistin. Em ji van kesên ku Erdogan pesnê wan didin re dibêjin bermahiyên DAIŞ û El Kaideyê. OSO ji van kesan hatiye avakirin.”

Êrîşên li dijî HDP’ê sînoran derbas kirine

Temellî bal kişand ser operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP’ê û destnişan kir ku bi van girtin û binçavkirinan dixwazin HDP’ê bê tesîr bikin.

Di axaftina xwe de Temellî helwesta Erdogan a der barê teqawîtan de rexne kir û anî ziman ku tenê li gorî rewşa xwe difiker û da zanîn ku Erdogan hem meaşê teqawîtê distîne û hem jî meaşê Serokomariyê distîne û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê hem xizanî hem betalî û hem jî calên tarî zêde bûne Erdogan kesên betal wekî betal nabîne. Dibêje kesên li kar digerin zêde bûne ji ber vê yekê betalî zêde bûye. Li gorî daneyên fermî 500 hezar xwendekarên zanîngehê deyndar in. Hikûmet kesên li kar digerin wekî terorîst pênase dikin. Dema kesên li kar digerin der barê wan de doz vebe qet şaş nebin.”

Êdî bes e

Her wiha Temellî ji bo kesên piştgirî dan deklerasyona wan jî spasiya xwe anî ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev belgeya me ya helwestê pir girîng e. Kesên piştgirî dan me jî pir girîng in.  Berxwedana me dê bidome. Em tu kozikan ji dest bernadin. Em dê îktîdara yekperest teşîr bikin. Ji bo ev îktîdara nikare di qada aborî û siyasî de bi rêve bibe divê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê me hilbijartina pêşwext xwest. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe em ji tifaqa AKP-MHP’ê re dibêjin êdî bes e. Ji bo siyaseda demokratîk em carek din banga hilbijartina pêşwext dikin. Em dê welatê demokrasîk û siyaseta demokratîk bi hev re ava bikin.”  ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar