Şaredariya Silopiyayê ya HDP’ê starta kampanyaya çandina daran dabû. Jin di çarçoveya kampanyaya ji çandina daran de hatin gel hevdu û gelek dar çandin
Şaredariya Silopiyayê ya Şirnexê di 15’ê mijdarê de starta kampanyaya çandina daran dabû. Îro di çarçoveya kampanyaya çandina daran de jin li Kuçeya Ofisê hatin gel hev û gelek dar çandin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevseroka Şaredariya Silopiyayê Adalet Fîdan û gelek jin beşdarî kampanyaya çandina daran bûn. Jinan kurdeleya mor bi serê xwe girê dan û beşdarî kampanyayê bûn.
Hevserok Adalet Fîdan anî ziman ku parastina xwezayê parçeyekî jiyanê ye û wiha got: “Em jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê de komkujî, destdirêjî, tecawiza li dijî jinê şermezar dikin. Ew ê li her kuçeyê dar bên çandin.”
Piştî çandina daran çalakî bi stranên jinan bi dawî bû. ŞIRNEX