Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nebin teyrikê pepûk

Di vê dema dawî ji bilî êrîşên hovane û dijminane yên li ser destkeftiyên kurdan bi giştî û bi taybetî li ser rojavayê Kurdistanê, em dibînin hin alî û kesayetên kurd rexneyên dijwar li tevgera siyasî ya gelê kurd dikin û barê wan girantir dikin. Bi gotin û behaneyên vala ên ku dijmin ji bo qirkirina kurdan bikar tîne ew jî heman behaneyan dubare dikin û wekî ku aliyekî kurd sedema van êrîşan be nîşan didin.

Di demekê de ku ne tenê destkeftiyên kurd lê hebûna kurdan di pêvajoyeke gelekî taluke de derbas dibe. Di demekê de ku hewldanên koçberkirin û talankirina mal û milkên kurdan tê kirin û li rojavayê Kurdistanê guhertineke demografîk pêk tê.

Hin kesayet û aliyên kurd hê jî ketine pey berjewendiyên xwe yên tekakesî û hizbî û bi behaneyên vala van êrîşên dagirkeriyê rewa dikin. Ev helwest ne bi navê azadiya fikir û ramanê û ne jî bi navekî din nayê parastin. Ev helwest raste rast dikeve xaneya rewakirina qirkirina kurdan û cihgirtina li aliyê dijminê kurdan.

Ez nabêjim ku tu kêmasiyên rêveberiya rojavayê Kurdistanê tune ne, bê guman kêmasî û rexneyên ku divê mirov bike hene lê ne di vê rewşê de û ne bi vî awayê ku hûn dikin.

Di demekê de ku bombe bi ser serê birayê te de tên barandin nabe tu behane û mehneyên vala bigerî û birayê xwe tewambar bikî.  Ew yek tenê dikeve çarçoveya xizmeta armancên dijimin û aşê wî digerîne.

Her wiha di warî dîplomasî de jî dijmin vê yekê li dijî gelê kurd bikar tîne û dibêje ne ez dibêjim vaye beşekî ji kurdan jî wiha dibêjin û weke min difikirin, nexwe êrîşên min rewa û di cih de ne.

Ji bo pêşîgirtina li van nakokiyan rojek beriya rojekê divê serok û rêveberên kurd ji bo avakirina eniyeke hevbeş a li gorî berjewendiyên gelê kurd bikevin nava liv û tevgerê û eniyeke neteweyî ji bo parastina hemû destkeftiyên kurdan ava bikin.

Em tev dişopînin ku vê dema dawî de kî devê xwe vedike behsa yekitî û yekrêziya kurdan dike. Ji partiyan ta bi nivîskar, rojnamevan, dikandar, atar, pîr, jin, zarok, siyasî û her kesên ku bizanibe hevokeke kurdî bîne ber hev doza yekîtî û yekrêziya kurdan dike.

Lê aliyê ku ji her kesî bêtir mifteyên vekirina deriyê vê yekrêziyê di destan de heye qet deng û hisa wan nayê.

Bi her halî mirov dikare heman tiştî ji bo helwesta hin kesan ya di vê demê de li dijî HDP jî bêje ku di demekê de ji her alî ve êrîşên dijwar ji alî desthilatdariyê tên bi ser vê partiyê de. Şaredariyên wan bi rengekî bê hiqûqî û bi behaneyên pûç tên desteserkirin, bi hezaran rêveber û endamên vê partiyên hatine girtin û zindankirin. Her rêveberek daxuyaniyekê bide û nerazîbûnekê nîşan bidin doz û lêpirsîn li wan tên vekirin. Lê li şûna nerazîbûna li dijî van êrîşên faşîst em dibînin ku hinek kes li mala xwe rûniştine û bi dilekî rihet vê partiyê didin ber rexneyên tund û barê wan girantir dikin.  Lê girînge ku piraniya gelê Kurdistanê ne wiha difikire û bi giştî li hemberî hemû êrîşan xwedî yek hest û yek helwestiye.

Gel li Kurdistanê û her devera ku lê dijî banga vê yekê dike û tu pirsgirêk di nava gel de tune ye. Kî vê yekrêziya li ser bingeha berjewendî û parastina nirxên neteweyî qebûl nake bila ji kerema xwe aşkera helwesta xwe û sedemên wê yekê ji gelê kurd re zelal bike.

Her wiha lava û daxwza min ji wan kesên ku bi navê rexneyan tewanbariyan li rêveberiya Rojava dikin heke bi rastî welatperwer û niştimanî ne, bila wê enerjiya xwe li şûna tewambariyên vala de ji bo yekrêzî û nêzîkatiya di nava hemû aliyên kurd de xerç bikin.  Nebin wekî teyrikê pepûk ku her kes lê dide û ew jî li çêlîkên xwe dide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar