Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Operasyonên qirkirina siyasî: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin

Hêzên hikûmeta AKP-MHP’ê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de îro di danê sibehê de li Dîlok, Riha, Semsur, Êlih, Amed û Enqereyê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de herî kêm 17 kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatiya AKP-MHP’ê ya li dijî tevgera siyasî ya gelê kurd û hêzên muxalîf berdewam in. Di vê çarçoveyê de hêzên dewleta tirk îro li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin.

SEMSÛR

Di çarçoveya operayonen qirkirina siyasî de polîsan di danê sibehê de li Semsûrê bi ser mala parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê yê Semsûrê Behçet Yildirim de girt. Di encama serdegirtina malê de Yildirim hate binçavkirin. Polîsan li mala Yildirim lêgerîn kir. Sedema binçavkirina Yildirim nehat zanîn. Polîsan Yildirim bire midûriyeta polîsan.

Her wiha polîsan bi ser mala nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin, Haci Yûsûf Topaloglu ya li navçeya Kolik a Semsûrê de girt. Polîsan di serdegirtina malê de hemû endamên malbatê bi erdê re dirêj kirin û berê çekan dane serê wan. Topaloglu ku sedema binçavkirina wî nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Semsûrê.

RIHA

Polîsan li Taxa Şirnex a navçeya Wêranşar a Rihayê jî bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de bavê 2 zarokan Îrfan Erdem hate binçavkirin. Hat diyar kirin ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, der barê Erdem e bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ lêpirsîn hatiye destpêkirin. Polîsan Erdem birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.

AMED

Li Amedê jî di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinên malan de cîgirê hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şirîn Tûnç û endama Meclisa Şaredariya Peyasê ya HDP’î Songul Dag Kapanci hatin binçavkirin. Hat hîn bûn ku polîsan deriyê malan şikandine û tiştên malan belavkirine. Tê gotin ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêdetire û kesên hatine binçavkirin derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr hatin kirin.

ÊLIH

Di heman çarçoveyê de li Kercews a Êlihê jî polîsan di saetên serê sibehê de bi ser mala nûnerê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê Kercewsê Mehmet Yildirim de girtin û Yildirim binçav kirin. Hat hînbûn ku polîsan deriyê malê şikandiye û dest danîne ser materyalên dijîtal. Yildirim ê ku hinceta binçavkirina wî nehat hînbûn, birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê.

ENQERE

Li Enqereyê jî polîsan di saetên serê sibehê de bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de ji rêveber û endamên HDP, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Kedkarên Karê Tendurîstî û Civakî (SES) 11 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.

Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Fatîn Kanat, rêveberên SES’ê Fîkret Çalagan û Belkis Yûrtsever, endamê Meclisa HDP’ê Bereket Kar, endamên HDP’ê Mazhar Yerlîkaya, Şehrîban Başak, Ethem Ozgan, Sabahattîn Karli, Kemal Akalin, Berfûm Çolak û Ziya Cebeci.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar