Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Gelê kurd ev sedsale yekitiyê dixwaze lê siyaseta kurd xwe nade ber’

Dr. Sharo Garîp anî ziman ku di karesatên bi serê kurdan tên de para rewşenbîrên kurd jî heye. Garîp got ku ev sedsale li Kurdistanê peymaneke civakî ya yekitiyê heye lê siyasetmedar rê nadin vê yekitiyê. Garîp diyar kir ku ji bo Kurdistanê ji ewil pêwîstî bi aştiya navxweyî heye û wiha got: “Li dijî kemberên ereb û tirkan, Başûr û Rojava jî dikarin dewriyeyên hevbeş biavêjin.”

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê re mijara yekitiya neteweyî ya gelê kurd careke din kete rojeva kurdan. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku li başûrê Kurdistanê 70 nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kurdan di 5’ê kanûnê de bi vê mijarê bicive. Têkildarî mijarê hîndekarê Beşa Xebatên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Koln a Almanyayê Dr. Sharo Garîp ji MA’yê re axivî.

Dr. Sharo Garîp anî ziman ku niha li Kurdistanê statuya kurdan tê astengkirin û wiha domand: “Dixwazin cihên ku dagir kirine ji mirovan vala bikin û demografyaya wê biguherînin. Dewlet tirk dixwaze hemû destkeftiyên kurdan tune bike. Ya ku niha tê kirin, bi temamî têkbirina yekitî û sînerjiya kurdan e. Dewlet navberekê li dora maseyê civiya û qenalekê bi kurdî û li zanîngehê jî beşekê bi kurdî vekir. Bîrdoziya dewletê ya fermî hindik jî be şikestibû. Lê dewlet li polîtîkayên xwe yên berê vegeriya. Di wê serdemê de kurdan jî di got; ‘Tirkiyeyîbûn’. Lê kurdan nekarîn siyaseteke ku pêşî li tunekirina van destkeftiyan bigire pêş bixin. Ev jî rê li ber şaşiyan vedike.”

‘Di karesatên heyî de para rewşenbîrên kurd jî heye’

Garîp diyar kir ku di karesatên bi serê kurdan tên de para rewşenbîr û siyasetmedarên kurd jî heye û ev nirxandin kir: “Mijara kurdan dîsa ji hêla kurdan ve hate şolîkirin. Divê navê meseleya tayînkirina qeyûman, dagirkirina Rojava û Kerkûkê rast bê dayîn. Ev mesele, meseleya kurd û Kurdistanê ye. Ji serdemên Kobanê, Efrîn û Kerkûkê ve kurd xwedî ruhekî yekitiyê ne. Lê mixabin siyaseta kurd xwe nade ber. Tifaq ne bi CHP û Stenbolê re û ne jî bi Enqere û Bexdayê re, divê pêşî bi Amed, Hewlêr, Mahabad û Kobanê re bê kirin.”

‘Li Kurdistanê hewcehî bi yekitiya navxweyî heye’

Di dawiyê de jî Garîp ev tişt anî ziman: “Di serî de divê kurd pirsgirêkên navxweyî çareser bikin. Li Kurdistanê hewcehî bi aştiya navxweyî heye. Siyasetmedar, çapemenî û rewşenbîrên kurdan divê siyaseta lihevkirinê pêş bixin. Şert û mercên pêkanîna vê heye. Bi sedan sala ye ku li Kurdistanê peymaneke civakî heye. Helbet ev peymana civakî û zemîna yekitiyê, li dora rêgez û sembolên partiyan pêk nayê. Çareserkirina mijarên weke al, sirûd û zimanê Kurdistanê bi yekitiyê dikare bi rehetî bên çareserkirin. Aştiya navxweyî zehmet nîne. Ev peymanên civakî li ser esasê feragatê pêk tên. Rojên zor û zehmet li pêşiya kurdan in. Divê kurd ji vê re amade bin. Lewma divê her kes bi berpirsyarî tevbigere. Li pêşiya kurdan astengiyên wekî kembera erebî û ya tirkî hene. Li hemberî vê, Başûr û Rojava jî dikarin bi kembereke kurdî bersivê bidin. Ango dikarin dewriyeyên hevpar bikin. Mijara yekitiyê divê her tim di rojeva kurdan de be. Ji bo vê jî erkeke mezin dikeve ser milên rewşenbîran.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar